Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê didomin

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk dihat ket herêma Til Ehmer a rojhilat ê gundewarên Quneytîrayê.

Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê didomin
18 tîrmeh, 2026   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke hêzên Îsraîlê îro derbasî herêma Til Ehmer a rojhilatê Quneytîrayê bû.

Li gorî SOHR‘ê dewriye ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat. Nehat zanîn bê ku hêzên dewriyeyê tu kes girtine an na.

Duh jî dewriyeyek ketibû herêma Bendava Riwêhîna yê gundewarê navîn ê Quneytîrayê, lê piştî helwesta xelkê herêmê vekişiya.

(bb)