Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin

Ciwanên bajarê Kobanê bi boneya 14 saliya Şoreşa 19‘ê Tîrmehê peykerê Baz ê li qada Azadî bi rengên kesk, sor û zer boyax kir.

Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin
Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin
Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin
Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin
Ciwanên Kobanê peykerê Baz bi rengên kesk, sor û zer xemilandin
18 tîrmeh, 2026   21:17
KOBANÊ

Ciwanên bajarê Kobanê bi boneya salvegera 14‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê peykerê Baz ê li qada Azadî ya bajêr bi rengên kesk, sor û zer boyax kir.

Peykerê Baz yek jî nîşaneyên bajarê Kobanê ye ku di salên şoreş û şeran de bibû sembola azadî û berxwedanê ji bo gelê Kobanê.

Ciwanên ku beşdarî vê xebatê bûne got, "Baz xwe natewîne. Loma me ev peyam di salvegera 14‘an de hilbijart. Me peyker bi rengên ala Kurdistanê boyax kir da ku peyama xwe ya girêdana xwe bi nasname û destkeftiyên şoreşê ragihînin."

Ciwanê bi navê Hind Hebeş got: "Ev peyker û ev qad destpêka Şoreşa 19‘ê Tîrmehê tîne bîra me."

Hind Hebeş bi bîr xist ku rejîma Baasê rengên kesk, sor û zer û hemû sembolên Kurdî qedexe kir û wiha domand "Rejîma Baasê peyker bi yek rengî an spî an jî reş boyax dikir. Lê em ciwanên Kobanê di saetên derengî şevê de me bi rengên kesk, sor û zer boyax kir. Di sala 2014‘an de dema ku çeteyên DAIŞ‘ê êrişî kir, peyker bibû sembola berxwedanê. Tevî wêraniya li derdora wê, lê tiştek bi peyker nehat. Ev qad jî şahida berxwedana dîrokî ye. Li vir şervanên YPJ û YPG‘ê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê yên destek ji dewleta Tirk a dagirker digirtin, berxwedanî kirin."

Hind Hebeş şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anî û ev li gotinên xwe zêde kir "Ji vir em hevalên xwe yên şehîd yên ku bi me re ev baz bi awayekî veşartî boyax kir, di nav de şehîd Şervan û şehîd Baz bi bîr tînin."

Hebeş anî ziman ku meha Tîrmehê ji bo gelê Kurd meha berxwedan û têkoşînê ye û Şoreşa 19‘ê Tîrmehê jî berhema Berxwedana Zindanan a 14‘ê Tîrmehê ye.

Hind Hebeş di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Wekî hevalên wan şehîdan em dibêjin ku em ê mîrateya wan, nirx û destkefityên Şoreşa 19‘ê Tîrmehê biparêzin."

(bb)

ANHA