TEV-DEM  Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef pîroz dike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destpêkirina "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef" ku bi boneya salvegera 6`mîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Hevrîn Xelef de hat lidarxistin, pîroz kir. TEV-DEM`ê girêdana xwe bi prensîbên Neteweya Demokratîk nîşan da û diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo azadî û rûmetê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdwa bike.

TEV-DEM  Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef pîroz dike
12 cotmeh, 2025   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro bi boneya salvegera 6`mîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Hevrîn Xelef de daxuyaniyek weşand.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de lidarxistina "Festîvala Aştiyê ya Hevrîn Xelef" ku di salvegera 6`mîn a şehadeta wê de atiye lidarxistin, pîroz kir.

TEV-DEM`ê da zanîn ku "bîranîna Hevrîn Xelef di demekê de tê ku gelê herêmê ji hêla hêzên dagirker û hêzên tarî ve rastî êrişê tê. Ev helwesteke exlaqî û siyasî ye û nîşan dide ku çi qas krîz giran bin û komplo zêde bin jî, em ji rêya projeya Neteweya Demokratîk, jiyana hevbeş û azadiya civakî dûr nakevin. "

TEV-DEM`ê diyar kir ku: "Xwîna şehîd Hevrîn û hevalên wê dê vala neçe. Em ê girêdayî nirxên Neteweya Demokratîk û prensîbên diyalog û berxwedana civakî bimînin. Em ê têkoşînê bidomînin heta ku daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo azadî, rûmet û serweriya demokratîk pêk werin. "

(k)