Li Şamê ciwanek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû

Çekdarekî nenas li gundewarê Şamê ciwanek kuşt û zarokek birîndar kir.

Li Şamê ciwanek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû
12 cotmeh, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li herêma Dixaniyê ya gundewarê Şamê çekdarekî nenas bi guleyan ciwanek kuşt û zarokek jî birîndar kir. 

Îro sibehê jî komeke çakdar li gundê Danha yê gundewarê Humsê girtin ser malekê û ciwanek kuştin û 2 kesên din ji malbatê birîndar kirin.

(k)