Li Til Temirê bi pêxistina agirê Newrozê bersiva siyaseta paşguhkirinê hat dayîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û pêkhateyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi pêxistina agirê Newarozê bersiva siyaseta paşguhkirin û dûrxistinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, da.

15 cotmeh, 2025   21:27
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, li dijî biryarnameya hikumeta veguhêz a bi hejmara 188ˋan ku tê de cejnên neteweyî yên pêkhateyan paşguh kiriye, li qada Newrozê ya li navenda bajêr agirê Newrozê pêxist.

Di çalakiyê de ciwanên bajar bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî, her wiha nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û komên civakî, bi cilên xwe yên gelêrî beşdar bûn.

Di dema pêxistina agir de, stranên şoreşgerî û folklorî yên nirxên azad, berxwedan û vejînê nîşan didin, tevî gerandina dilanan, hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de şêniyan diyar kir ku agirê Newrozê wê di dilê wan de geş bimîne, ji ber ku embola azadî û berxwedanê ye.

(ac/fr)

ANHA