Sûriye li pêşberî ezmûneke nû ya destûrê ye

8’ê Hezîranê parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) civîna xwe ya yekemîn li dar dixe. Pirsên ku di nava gelê Sûriyeyê de derdikevin; gelo dê çi encam ji vê civînê derkeve, dê destûreke nû were çêkirin ku dawî li serdema dûrxistin û parçebûnê bîne yan jî dê nêzîkatiyên ku bûne sedemên aloziyên siyasî û mirovî li welat dîsa biafirînin?

Sûriye li pêşberî ezmûneke nû ya destûrê ye
7 hezîran, 2026   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Sûriyeyê 8’ê Hezîranê dê civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. Li Sûriyeyê jî nîqaş lê ser modêla dewletê didome, her wiha tê pirskirin ku gelo dê pêkhatayên Sûriyeyê heyanî kîjan astê di aliyê siyasî de nûnertiya xwe bikin û derfet hebe ku destûreke nû yê bikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike, binivîsin.

Krîza Sûriyeyê ne di encama bûyerekê yan jî qonaxeke siyasî ya veguhêz dest pê kir. Di encama sîstema navendî ya dewletê û paşguhkirina nasnameya neteweyî û hebûna siyasî ya pêkhateyên Sûriyeyê dest pê kir.

Di vê pêvajoyê de çavê hemû sûriyeyiyan li nivîsandina destûrê ye û dipirsin gelo Sûriyeyê dê tecrube ji destûrên Sûriyeyê yên berê bigire yan jî dê mîna berê binivîsin û dîsa li Sûriyeyê şer derkeve û parçebûyîn çêbe?

LI SÛRIYEYÊ DÎROKA PAŞGUHKIRINA SIYASÎ

Li gorî daneyan piştî derketina Fransa ji Sûriyeyê hatin dayîn ku sîstemeke parlamento ya piralî ava bikin. Lê derbeyên leşkerî yên piştî sala 1949`an dest pê kirin li pêşiya vê yekê bû asteng. Li Sûriyeyê aramiya siyasî nebû û şûna giranî bidin saziyên hilbijartî saziyên leşkerî û ewlehiyê ava kirin. Ne tenê modêla desthilatdariyê hate guhertin êdî sîstema dewleta Sûriyeyê dibû navendî. Derfet ji avakirina partiyên siyasî re nebû û vê yekê bandor li ser destûra Sûriyeyê kir. Desthilata rêveber li pêş bû û saziyên dîtir ên dewletê bê bandor kirin.

SÛRIYE LI SER MODELA DEWLETA NAVENDÎ BI RÊ VE BIRIN

Sala 1963`yan li Sûriyeyê partiya Baas bû desthilat û li ser destûra sala 1973`an Sûriye bi rê ve bir. Sûriyeyê destbi pêvajoyeke nû kir. Desthilatdarî hemû di destê saziya rêveber de bû û jiyana siyasî sînordar kirin. Dîroknas dibêjin destûra 1973`an ne tenê wesîqeyeke qanûnî bû lê belê êdî dewleta Sûriyeyê li gorî nêrandineke siyasî û îdeolojîk a sînordar birêve diçû. Navendîbuyîn derket pêş û nûnertiya siyasî lewaz bû.

Her wiha li gorî dîroknasan di hinek pêvajoyan de aramiya sazûmanî hebû lê derfet nedan û mekanîzmaya hevsengî û lêpirsîn lewaz bû, ji ber vê yekê bertekên gelê Sûriyeyê ji aliyê siyasî û civakî ve kom bûn.

ÎNKARKIRINA GELÊ KURD

Pirsgirêka Kurd dosyayeke yasayî ye ku herî zêde li ser tê nîqaşkirin. Gelê Kurd li Sûriyeyê hat paşguhkirin û hebûna wî ya neteweyî û nasnameya wî ya çandî nas nekirin.

Sala 1962`yan nasnameya Sûriyeyê ji gelê Kurd kişandin. Piştî pêvajoya 1962`yan dest bi projeya Kembera Erebî kirin û hebûna gelê Kurd li Sûriyeyê înkar kirin.

LI SÛRIYEYÊ BÛYERÊN GIRAN QEWIMÎN

Sîstema dewleta navendî ne tenê hebûna gelê Kurd înkar kir. Sala 1982`yan bûyera Hemayê qewimî. Di wê bûyerê de li gelekî xwîn rijiya. Li Qamişloyê sala 2004`an serhildan çêbû.

Dema ku sala 1963`yan rewşa awarte hate raghandin gelek siyasetmedar hatin girtin û zext li ser partî û tevgerên muxalif kirin. Li Sûriyeyê xebatên siyasî hatin qedexekirin.

Sala 2000`an piştî ku Beşar El Esed bû serokê Sûriyeyê hinekî li pêşiya siyasetê vekir û ew dem wek ‘Bihara Şamê’ pênase kirin. Gelek aliyên siyasî xwestin destûra Sûriyeyê were sererastkirin, derfet bidin azadiyên giştî û rola civaka sivîl xurt bibe. Dema Bihara Şamê zêde dirêj nekir, li pêşiya xebatên siyasî bûn asteng û sala 2001-2002`an çalakvan û rewşenbîrên navdar girtin û radestî dadgehê kirin. Mînak; cîgirê Parlamentoya Sûriyeyê yê berê Riyad Sêf û cîgirê berê Mamûn El Himsî, aborînas û akademîsyen Arif Delîle, nivîskar û çalakvanê siyasî Hebîb Îsa û Dr. Welîd El Bunî girtin.

Hezîrana 2005`an di kongreya partiya Baasê ya dehemîn de biryar hat dayîn ku şûna polîtîka sosyalîzmê feraseta aboriya bazara civakî bi rê ve bibin. Li gorî hinek çavkaniyan ev guhertina nîvlîberal di navbera çend salan de bû sedema rêjeya xizaniyê li Sûriyeyê ji sedî 30 bibe ji sedî 44. Êdî derfet li pêşiya kes û malbatên girêdayî sîstemê wekî Ramî Mexlûf vekirin û cudahiya mezin kete nava civakê de. Di encama van pirsgirêkan de teqîna 2011`an çêbû.

Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasî ve têkoşîn dikir. Di serhildana 12`ê Adarê 2004`an de gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkarê yên rejîma Baasê rabû serhildanê. Di Serhildana 12`ê Adarê de zarokên gelê Kurd şehîd û birîndar bûn û bi sedan hatin girtin.

Siyasetmedar û rewşenbîr dibêjin ku piştî ev bûyer li Sûriyeyê qewimîn hate zanîn ku gelek krîzên Sûriyeyê yên giran hene. Sedem jî bi qedexekirina siyasî û înkarkirina hebûna pêkhateyên Sûriyeyê ve dane girêdan. Her wiha di encama van bûyeran de krîza 2011`an dest pê kir û heyanî roja îro didome.

ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ FELAKETA HERÎ MEZIN E

Piştî krîza 2011`an dest pê kir, ji ber pirsgirêkên siyasî û civakî gelekî kûr bibûn şerê çekdarî li Sûriyeyê dest pê kir û ev bûye derdora 15 sal e didome. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi hezaran kes di şerê li Sûriyeyê qewimî mirin û zêdetirî 13 milyon kes koçber bûn. Erdnîgariya Sûriyeyê gelek ziyan dîtin û wêran bû, aborî û xizmetguzariyên giştî lewaz bû û hîna 16.5 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Her wiha di vî şerê de gelek erdnîgariya Sûriyeyê ji aliyê dewletên herêmî ve hate dagirkirin, civaka Sûriyeyê parçe bû û hêzên herêmî û navneteweyî destwerdana karûbarên Sûriyeyê dikin.

DESTÛRÊN BERÊ YÊN SÛRIYEYÊ ÇI LI PEY XWE HIŞT

Li gorî şîrovkarên siyasî û destûrî pirsgirêk ne tenê di destûra Sûriyeyê de bû, rêbaz jî şaş bûn û bû sedem ku jiyana siyasî ya piralî zeîf bibe, paşguhkirina pêkhateyên Sûriyeyê, ji bo veguhastina desthilatdariyê garantî nebûn, nakokiyên siyasî kirin krîzên ewlehî, di navbera dewlet û civakê de bawerî gelekî lawaz bû, parçebûyîna civakî, di şer de gelek saziyên dewletê wêran bûn, bi milyonan sûriyeyî koçber bûn û gelek ziyanên aborî û mirovî çêbûn.

DESTÛRA NÛ: FIRSETEKE DîROKÎ YE YAN DÎSA KRÎZ ÇÊBIN?

Heke di nivîsandina destûra nû de tecrubeyê ji berê negirin û dîsa polîtîkayên xwe yên paşguhkirin û înkarkirine bidomînin dê dîsa krîz derkevin. Li Sûriyeyê şerê çekdarî bisekine jî krîz dê bidomin.

Hikumet dikare li ser bingeha hemwelaîbûna wekhev destûrê binivîse û rêz bide hiqûq û azadiya giştî.

Hemû sûriyeyî dipirsin gelo destûra Sûriyeyê dê mîna berê were nivîsandin an jî guhertin tê de çêbe û bibe hevpeymana civakî ku hemû pirsgirêkên civakî çareser bike.

(np)

ANHA