Selek û nîv di ser hilweşîna rejîma Baasê re derbas bû… edaleta veguhêz gihaşte ku derê?

Sûriye di dosyaya edaleta veguhêz de di qonaxeke nediyarker re derbas dibe; serkeftina wê li ser hevsengiya di navbera reforma sazûmanî û aştiya sivîl de maye.

Selek û nîv di ser hilweşîna rejîma Baasê re derbas bû… edaleta veguhêz gihaşte ku derê?
27 hezîran, 2026   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî rejîma Baasê ya Sûriyeyê 8`ê Kanûna 2024`an hilweşiya, hate gotin ku dê bi rêya pêvajoya edaleta veguhêz kiryarên bi salan hatine kirin, dê çareser bikin. Salek û nîv di ser re derbas bû û hîna sûriyeyî dipirsin gelo li ser rûyê erdê çi pêk hat?

Hikumetê di daxuyaniya xwe de got dê hemû kiryarên hatine kirin lêpirsîn bikin û hesab bixwazin, lê dema rêveçûna edaleta veguhêz tê nirxandin, hiqûqnas dibêjin edaleta veguhêz ji aliyekî ve cudahiyê dixe navbera saziyên qanûnî û yên rêveberiyê û ji aliyekî ve di dozên qanûnî de negihaştine encamekê.

DESTPÊKA AVAKIRINA DESTEYÊ

17`ê Gulanê 2025`an serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera biryarnameya 20 derxist. Di biryarnameya 20’an de tê gotin ku divê Desteya Niştimanî ya pêvajoya edaleta veguhêz were avakirin. Di wê demê de hikumeta demkî fikirî ku bi avakirina desteyê re dê mekanîzmeyeke qanûnî ya çareserkirina kiryarên rejîma Baas were çêkirin.

Piştî çend mehan li gorî dezgehên çapemeniyê yên fermî desteyê ji hundir ve xwe birêxistin kir. Hevdîtin bi malbatên qurbaniyan, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên parêzgehan re kir. Her wiha têkilî bi aliyên navneteweyî yên edaleta veguhêz re çêkir.

DESTEYA NÎŞTIMANÎ YA EDALETA VEGUHÊZ

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) Desteya Niştîmanî ya Edaleta Veguhêz ji gulana 2025`an fermî destbi kar kiriye. Ebidelbasit Ebduletîf serokê desteyê ye û armanca desteyê ew e ku heqîqetê aşkere bike, garantiya hesabpirsînê bide, destûr nede ku kiryar bidomînin û yekitiya neteweyî xurt bike.

Lê sûriyeyiyan di helwestê xwe de nerazîbûna xwe li hemberî tayînkirina Ebidelbasit Ebduletîf diyar kirin û hinek muxalif û çalakvanan rexne kirin û gotin ew berê di nava `Artêşa Eswed El Şerqiyê` de bû û nêzî rayedarên hikumeta demkî ye û dibe ev yek li pêşiya ser xwe bûna desteyê bibe asteng.

Sala 2026`an desteyê li ser asta hundir û derve hevdîtin bi Neteweyên Yekbûyî, Komîteya lêpirsîna karûbarên Sûriyeyê ya navneteweyî ya ser bi xwe û rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê û navneteweyî re kir. Li Dera, Laziqiyê, Tertûs, Heleb, Dêrazor, Hema û Humsê xebitîn.

ÇI BI SER XIST?

Hikumetê Desteya Niştîmanî ya Edaleta Veguhêz ava kir, agahî û belge li ser kiryarên hatine kirin, kom kir, xwe gihandin malbatên qurbanî û malbatên kesên wendayî û têkilî bi aliyên navneteweyî yên lêpirsîn û aşkerekirina heqîqetê re çêkir.

Her wiha hikumetê dadgehên awarte û sîstema dadgehê ya rejîma Baas betal kir û parçeyekî refora sîstema edaletê pênase kir.

KOMÎTEYÊN LÊPIRSÎNÊ Û DOSYAYÊN VEKIRÎ

Belgeyên fermî destnîşan dikin ku hevkarî navbera desteya niştîmanî ya edaleta veguhêz û komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) heye. Her wiha komîteyên taybet ên çareserkirina dosya kiryarên hatine kirin, kesên wenda bûne û mafên mulkiyetê hatine avakirin.

Lê hikumetê heyanî niha têkildarî avakirina komîteyan û encama xebatên wan fermî ne raghandiye.

Berpirsên desteyê diyar kirin ku xebatên lêpirsînkirina gelek dosya hîna didomin. Lê têkildarî lêpirsînên komkujiyên li parêzgehên dîtir, piştî hilweşîna rejîma Baas pêk hatin, tu agahî belav nekirin.

ENCAMA LÊPIRSÎNAN TÊ REXNEKIRIN

Çavdêran diyar kirin ku tenê deste hatiye avakirin lê deste di lêpirsînkirina kiryarên hatine kirin negihîştiye tu encamê û heqîqetê aşkere nake. Her wiha çavdêran gotin hîna qurbanî û malbatên kesên wenda bûne li bendê ne ku kiryarên hatine kirin werin lêpirsînkirin û çarenûsa kesên wendayî zelal bibe.

Siyasetmedar û çalakvanên mafên mirovan ên Sûriyeyî dipirsin ku desteya niştîmanî ya edaleta veguhêz çiqasî ser bixwe ye. Her wiha xwestin ku nêrîna qurbanî û rêxisitnên civaka sivîl di polîtîka desteya niştîmanî de hebe û pêkanîna wê bişopînin.

Her wiha muxalif, çalakvanên mafên mirovan dibêjin ji bo pêvajo bi ser bikeve divê hemû kiryarên di salên şer de pêk hatine werin lêpirsînkirin û nabe tenê aliyek were lêpirsînkirin.

Li ser dijîtal medya tê gotin ku divê pêvajoya komkirina belgeyan bi dawî bibe û êdî destpê bikin kesên tewambar dadgeh bikin. Her wiha dibêjin çiqasî edaleta veguhêz lêpirsîn bike û heqîqetê aşkere bike dê ew qasî bi ser bikevê. Avakirina desteyê û derxistina biryarên rêxistinî ne têrker e.

KESÊN GIRÊDAYÎ REJÎMÊ LÊPIRSÎN DIKIN

Di ser hilweşîna rejîma Baasê re zêdetirî salek û nîv derbas bû. Li gorî daxuyaniyên fermî û çapemeniyê edaleta veguhêz dest bi dadgehkirina çend kesayetên girêdayî rejîma Baasê kir, mîna Wesîm El Esed, Atif Necîb û Ehmed Bedredîn Hesûn. Lê heyanî niha rayedaran têkildarî xebatên edaleta veguhêz tu agahî belav nekirine.

Ji aliyekî dîtir ve jî berpirsên ji hikumetê raghandin ku bi hezaran kesên ku têkiliya wan bi dosyayên rejîma Baas re hene girtîne û lêpirsîna wan didome. Dosyaya van girtiyan ji raya giştî re nehatiye aşkerekirin tenê wêne û agahiyan belav dikin ku kesayetên leşker û ewlehiyê yên rejîma Baas hatine girtin.

Di vê pêvajoya demkî de çalakvanên mafên mirovan rexne dikin û dibêjin di nêzîkatiya dewletê ji ji kesayetên aborînas, qîbelî û siyasî yên girêdayî rejîma Baas ne zelalî heye. Mînak gelek nîqaş li ser nêzîkatiyên dewletê ji Mihemed Hemşo, Newaf Beşîr û Fîras Medlûl re hat kirin û dipirsin gelo yên van kesayetên siyasî û civakî dadgeh bikin an jî meseleya wan siyasî û civakî çareser bikin?

PIRSGIRÊKÊN KU HIKUMET BEHSA WAN DIKE

Berpirsên edaleta veguhêz di gelek daxuyaniyan de gotin ew zehmetî dibînin. Mînak, gotin kiryarên hatine kirin bi salan dirêj kirine, bi milyonan belge û dosya hene divê werin lêkolînkirin, dosya kesên wendayî û gorên komî hene, kadroyên û pisporên vî karî kêm in, pêdivî heye ku reforma saziyên dadê û ewlehiyê çêbikin, hevsengî têxin navbera edaletê û aştiya sivîl û tolrakirinê qedexe bikin.

Berpirsên desteyê dibêjin ku karê dada veguhêz tenê bi dadgekirine re ne sînordar e. Heqîqetê aşkere bikin, ziyanên hatine dîtin telafî bikin, reforma sazûmanî çêbikin û garantî bidin ku kiryarên hatine kirin, dibare nebin.

PRENSÎBÊN NETEWEYÎ YÊN DADA VEGUHÊZ

Li gorî prensîbên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên edaleta veguhêz divê edaleta veguhêz serbixwe be û hemû nûnerên civakê tev lê bibin. Mînak; divê nûnerên qurbaniyan, malbatên kesên wendayî, dozger, pisporên qanûnî yên ser bixwe, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan, pisporên belgekirin û aşkerekirina heqîqetê, nûnerên pêkhateyên civakî û herêmên dîtir, saziyên dewletê yên reforma dadwerî û îdarî cihê xwe di desteya edaleta veguhêz de bigirin û dikarin bi pisporên navneteweyî bişêwirin.

MEKANÎZMAYA XEBATÊ

Li gorî NY’yê edaleta veguhêz divê lêpirsîn bike, kiryaran lêkolîn bike, berpirsên kiryaran li gorî prensîbên edaletê dadgeh bikin, heqîqetê aşkere bikin, komîteyên heqîqetê ava bikin ji bo her tiştî belge bikin, nêrîn û agahiyên qurbanî û şahidan kom bikin, li ser kiryaran raporan aşkere bikin, tazmînatên manewî û darayî bidin qurbaniyan, mal û mulkên welatiyan vegerînin ji wan re, reforma saziyên dadê, îdarî û ewlehiyê çêbikin, destûr nedin ku kiryar dubare bibin û saziyan bişopînin.

ŞERTÊN NY’YÊ ÇI NE?

Edaleta veguhêz serbixwe be, cudahiyê nexe navbera qurbaniyan, hemû kiryarên hatine kirin lêpirsîn bikin û ceza bikin, qurbanî bikevin navendên biryarê, bi şefafiyet agahiyan ji raya giştî re ragihînin û hevsengiyê bixin navbera edalet û lihevkirina civakî.

NY JI BO REWŞA SÛRIYEYÊ YA NIHA ÇI DIBÊJE?

Komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ji bo kar û barên Sûriyeyê yên sala 2026`an got divê lez bidin refor, pêkanîna edaletê û garantiya lêpirsînkirina kiryarên di salên şer de hatin kirin, bidin.

Her wiha komîteyê got pêdiviya dosyayên mezin bi lêpirsîn û hesabpirsînê heye, kiryarên di dema hikumeta demkî de hatin kirin, divê werin lêpirsîn kirin û hesab were xwestin.

HIŞYARIYÊN HRW’YÊ

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch - HRW) hişyarî da ku talûke heye li Sûriyeyê di bin navê edaletê de ji pêkhateyan tolrabikin û komî ceza bikin. Bang li rayedaran kir ku divê lêpirsîn li ser bingehê edalet û qanûnan were kirin.

Rêxistinê balkişand ser xwepêşandanên meha Hezîranê li parêzgehên Sûriyeyê çêbûn û got li Şamê û Idlibê tûndî li kesan kirin û destdirêjî mal û mulkên wan kirin. Her wiha kesên ku tuhmet li wan kiribûn ku bi rejîma Baas ve girêdayî ne, kuştin. Divê hemû kiryar zû werin lêpirsîn kirin, kesên hatine girtin bi edalet werin dadgehkirin.

Her wiha HRW’yê xwest di çarçoveya qanûnên edaleta veguhêz lêpirsîn were kirin, rêxistinên civaka sivîl û qurbanî jî cihê xwe di desteya edaleta veguhêz de bigirin.

NÎŞANEYA YEKEM A TÊKÇÛNA EDALETA VEGUHÊZ

Di rojên borî de li parêzgehên Sûriyeyê (Idlib, Hema, perava Sûriyeyê, Dêrazor) gel derket meş û xwepêşandanan. Xwest kesên destê wan di sûcên rejîma Baasê de hene, werin cezakirin.

Gelek sûriyeyî dibêjin ev ji ber xwe ve ji nû ve nekete rojevê. Her wiha dibêjin bandora edaleta veguhêz sînordar bû û tenê çend kes dadgeh kirin.

(np)

ANHA