Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3

Di Sûriyeya nû de wê bername û sîstema perwerdeyê çawa be, zimanên perwerdeyê wê çi bin, materyal wê çawa û bi kîjan zimanan were amadekirin? Ev û gelek sernavên din xalên esasî yên entegrasyonê ne.

Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3
Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -3
20 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ-RÊNAS REMO

Mijara perwerde, zimanê wê, naveroka mufredatê (bernameya perwerdeyê), dibistanên taybet û weşangeriya bi zimanên cuda di avakirina Sûriyeya nû de cihekî taybet digire.

Bi peymana 29`ê Çileyê re di navbera Şam û QSD-Rêveberiya Xweser de ev xal bûye rojevek sereke. Lê tê gotin ku encamên ku ji vir derkevin wê bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku di rewşa niha de 3 pergalên cuda yên perwerdeyê hene.

Her çi qasî Kurdî zêdetir derdikeve pêş jî, gotubêj li ser tevahiya pergalê tê meşandin. Sedema ku Kurdî zêde dibe rojev, heta niha bi awayeke fermî neqebûlkirina wê ye. Serpêhatiya Kurdî jî vê rastiyê radixe ber çavan.

JI 1928`AN HETA SALÊN 1980`YAN TÊKOŞÎNA JI BO ZIMAN Û PERWERDEYA KURDÎ

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li Rojhilata Navîn welatên nû hatin avakirin yek ji wan jî Sûriyeya ku heta 1946`an di kontrola Fransayê de bû. Dema ku bi Peymana Lozanê (1923) re Kurdistan kirin çar parçe, parçeyê herî biçûk (Rojava) xistin nava sînorên Sûriyeyê.

Ev rewş wekî parçeyên din ji bo Rojava jî bû serdemeke nû ya têkoşîna nasname, çand û ziman.

GAVÊN YEKEM

Di nava daxwazan de perwerdeya bi Kurdî û li gel zimanê fermî, bikaranîna zimanê Kurdî jî hebû. Lê ji ber aliyên nîjadperest ên Tirk û Ereb ev daxwaz nehatibûn qebûlkirin.

Daxwazên wan nehatin qebûlkirin lê Kurdan têkoşîna ziman û perwerdeyê domandin. Ji 1930-1956`an bi pêşengiya kesayetên wekî Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Celadet Bedirxan, Qedrî Canê Dêriki, Cegerxwîn xebatên ziman, perwerde, weşangerî hatin meşandin.

Komeleya Henano (1930 Şam), Koma Ciwanên Kurd (1930 Amûdê), Kovara Hawar (1932 Şam), Komeleya Hevkarî û Alîkariya Xizanên Kurd (1932 Hesekê), Yekîtiya Xortan-Koma Kurdistanê (1939 Şam), Komeleya Çandê (1951 Heleb), Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurd (1953 Qamişlo), Komeleya Vejandina Çanda Kurdî (1955 Şam), Komeleya Zanebûn û Hevkariya Kurdî (1956 Heleb) çend gavên girîng in.

SIYASETA ÎNKAR Û ASÎMÎLASYONÊ

Piştî ku sala 1946`an Fransa ji herêmê derket û Sûriye wekî welatek serbixwe hat naskirin, ji bo çand û zimanê Kurdî rewşek dijwartir derkete holê, bi taybetî bi hatina desthildariya Bass`ê re siyaseta înkar û asîmîlasyonê ket dewreyê. Bi projeya kemera Erebî re hemû xebatên çand û ziman hatin qedexekirin, navên wargehan hatin guhertin. Ev rewş heta salên 1980`yan berdewam kir.

RÛPELEK NÛ

Ji salên 1980`yan ve ji bo nasname, çand û zimanê Kurdî rûpelek nû hat vekirin. Bi mezinbûna têkoşîna azadiyê ya Kurd re li Rojava xebatên ji bo ziman û perwerdê ji nû de geş bûn.

Heta sala 2012`an ji bilî bajarên herêma Cizîrê, Kobanê û Efrînê, li bajarên wekî Heleb û Şamê jî xebatên perwerdeya ziman û weşanên bi Kurdî hatin meşandin. Her çi qasî qedexeya dewletê berdewam kiribe jî, bi rêbazên veşartî perwerde hatin dayîn, gelek mamoste hatin gihandin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK-2007) hat avakirin. Her wiha gelek xebatên çand û hunerê hatin pêşxistin û di nava civakê de belav bûn.

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ Û ZIMAN-PERWERDE

Li gel destpêkirina şoreşa Sûriyeyê (2011) derfeta pêşxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî zêdetir bû. dema ku 19`ê Tîrmeha 2012`an li Kobanê Şoreşa Rojava dest pê kir, qedexe û astengiyên li pêşiya çand û zimanê Kurdî jî rabûn. Ji Efrîn heta Dêrikê bi sedan dibistanên Kurdî û akademî hatin vekirin.

Piştî ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji 2014`an ve hat avakirin, perwerdeya bi zimanê Kurdî jî bû hêmanek bingehîn û fermî. Yek ji 3 zimanên fermî yên herêmê jî bû Kurdî. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê li gel Erebî û Suryanî zimanê Kurdî bû zimanê perwerdeyê. Ji bilî materyalên dibistanan, belgeyên resmî jî bi Kurdî hatin amadekirin.

Ji bo zarokên ku hîn dest bi dibistanan seretayî nekirine jî, bexçeyên zarokan hatine vekirin. Di warên çapkirin û weşangeriya Kurdî de jî gavên mezin hatin avêtin; radyo, rojname, televîzyon, ajansên bi Kurdî hatin vekirin, kovar hatin derxistin. Yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên Kurd, navendên çand û hunera Kurdî hatin vekirin.

PERGALA PIRRENGÎ

Têkoşîna ku ji bo zimanê Kurdî hat dayîn û veguherî sazûmaniyekê, bi sîstema Rêveberiya Xweser re êdî sînorê Kurdî derbas kir û bû pergaleke ku hemû pêkhate digire nava xwe. Lewma pêdivî bi dibistanên taybet ên Kurdî nema, lê navenda lêkolîn û pêşxistina ziman berdewam kir.

Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de zimanên Erebî, Suryanî û Kurdî wekî zimanên fermî yên perwerdeyê hatine diyarkirin. Li gorî hevpeymanê bernameyên dibistanên seretayî, navîn, amadehî, zanîngeh, dibistanên taybet û akademiyan hatine amadekirin. Materyalên wan jî bi zimanan hatin çapkirin û belavkirin.

Pergalek giştî ya bi zimanan hat diyarkirin, lê li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd, Ereb an jî Suryan bin, zimanê dibistanan jî li gorî vê xweseriyê hatiye diyarkirin.

Li gorî hevpeymanê ji bilî zimanên fermî bi hemû zimanên din ên herêmî (Ermenkî, Tirkumanî, Çaçanî) jî perwerde dikare bên dayîn, dibistan bên vekirin.

Di çarçoveya pergalê de navendên lêkolînê yên bi zimanên cuda (Erebî, Kurdî, Suryanî) hatine vekirin, di qada ragihandinê de jî weşangeriyeke pirzimanî û pirrengî pêş ketiye.

Li gorî Desteya Perwerde û fêrkirinê beriya êrişên 6`ê Çileyê, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî 4 hezar û 175 dibistan, 41 hezar û 509 mamoste û 837 hezar û 466 xwendekar hebûn. Dîsa li Reqa Zanîngeha El Şerq, li Kobanê Zanîngeha Kobanê û li Cizîrê jî Zanîngeha Rojava heye.

KÎJAN ÇARESERÎ?

Dema ku li herêmên Rêveberiya Xweser ev geşedan çêdibûn, li herêmên din ên Sûriyeyê alozî berdewam kirin. li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, pergala perwerdeyê ji aliyê wezareta perwerdeyê ya Tirkiyeyê ve hatiye diyarkirin. Piştî hilweşîna rejîma Bass`ê li herêmên din ên Sûriyeyê hikumeta demkî hewil da ku pergalek nû çêbike. Lê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî guhertin çênebûye.

Lewma tecrubeya zêdetirî 10 salan a pergala perwerdeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya çareseriyê derket pêş. Li gel peymana 10`ê Adarê jî di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de sîstema perwerdê hatibû gotubêjkirin û komîteyek hatibû avakirin. Di çarçoveya hevdîtinan de li herêmên xweser ji bo xwendekarên ku li dibistanên rejîma Bass dixwendin ezmûn hatin çêkirin.  

Piştî peymana 29`ê Çileyê jî li ser van pergalên perwerdeyê dest bi hevdîtin û civînan hatiye kirin. 

22`ê Sibatê Parêzgêrê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Wezîrê Perwerdeyê Dr. Mihemed Tirko û şandeya pê re li avahiya parêzgehê hevdîtin pêk anî.

1`ê Adarê Ednan Mihemed El Berî (Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Kantona Cizîrê) wekî wekî Gerînendeyê Perwerdeyê ya Parêzgeha Hesekê hat erkdarkirin û ji aliyê Şamê ve hat erêkirin.

7`ê Adarê Parêzgerê Hesekê bi şandeyeke din a Wezareta Perwerdeyê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji nû ve avakirina rêveberiya perwerdeyê hat gotubêjkirin.

9`ê Adarê Parêzgerê Hesekê û şandeya wezareta perwerdeyê şêwazê pêkanîna ezmûnên xwendekarên ku li dibistanên girêdayî hikûmetê dixwînin, nîqaş kirin.

12`ê Adarê Parêzgerê Hesekê bi rêveberiyên zanîngeha El-Firat a girêdayî hikûmetê û zanîngeha Rojava re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li ser rewşa herdu zanîngehan nîqaş hatin kirin, ji bo pêşxistina performansa akademîk û zêdekirina derfetên lêkolînên zanistî û perwerdeya zanîngehê nêrînin hatin parvekirin.

25`ê Adar Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed bi Cîgira Nûnerê UNICEF'ê ya Sûriyeyê re li ser pergala perwerdeyê hevdîtin pêk anî.

14`ê Nîsanê Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo Azad Îsa Hisên wekî berpirsê Rêveberiya Dibistan û Mamosteyên Qamişlo hat erkdarkirin.

ZIMAN, BAWERNAME, ZANÎNGEH

Semîra Hac Elî ku li ser navê aliyê Rêveberiya Xweser tevlî hinek hevdîtinan bûye, diyar kir ku di hevdîtinan de biryara komîteyeke hevpar hatiye girtin û ev komîte demek kurt beriya niha hatiye avakirin. Komîte wê li ser mijara bernameya perwerdeyê kar bike.

Li gorî Semîra Elî, Şamê qebûl kiriye ku pergala rêveberiya xweser heta 2 salên din bi vî rengî berdewam bike, lê hîn ev mijar fermî nebûye.

Her wiha tê gotin ku wê bawernameyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn werin qebûlkirin.

Zanîngeh xaleke girîng a nîqaşên li ser pergala perwerdeyê ne. Di rewşa niha de zanîngehên Rojava û ya Kobanê li gorî pergala Rêveberiya Xweser tên birêvebirin. Pergala zanîngehan hîn di nîqaşê de ye.

Ji bilî zimanê perwerdeyê û naskirina zimanê Kurdî, fermîkirina Saziya Ziman Kurdî (SZK) jî  tê gotubêjkirin. Li gorî agahiyên hîn nehatine piştrastkirin, wê SZK wekî saziya referansa ziman were qebûlkirin. Ev sazî dê karibe li ser berhem û materyalên bi zimanê Kurdî nirxandinan bike û biryaran bide.

KÎJAN ALÎ ÇI DIBÊJE

Sîstema perwerdeyê ya hikûmeta demkî, li ser esasê navendîbûn û yek zimanî hatiye avakirin. Lewma hemû bername û materyal bi zimanê Erebî tên amadekirin.

Di nîqaşan de jî, hikûmeta demkî dibêje ku zimanê Kurdî tenê dikare wekî dersa hilbijêr di mufredatê de cih bigire. Yanî li dibistanan hefteyê 2 saetan were dayîn.

Li aliyê din di biryara hejmar 13 ya ku Serokê Hikûmetê Ehmed El-Şerii derxistibû de, hatibû diyarkirin ku zimanê Kurdî zimanekî netewî ye. Lewma Kurd dixwazin ku li gorî biryarê pêkanîn hebe.

Nêzîkahiya yek zimanî di gavên piratîkî de jî xwe nîşan dide. Li Hesekê dema ku navê avahiya dadgehê bi Kurdî û Erebî hat nivîsandin, hikumetê ev yek qebûl nekir û tenê bi erebî nivîsand. Meclisa Rûspiyan a Cizîrê ku ji Kurd û Ereban pêk tê, diyar kir ku ew dixwazin mijarê bi diyalogê çareser bikin û du zimanî hebe.

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî ku ji ajansa me re axivî diyar kir ku ew li ser mijarê di danûstendinan de ne.

Li beramberî van nêrînên Şamê, saziyên perwerdeya parêzgeha Hesekê pêşniyarên cuda û berfirehtir dikin.

Li gorî agahiyan, pêşinyarên herêmê wiha ne:

1.Sûriyê civakeke pirreng e, lewma divê di navbera zimanan de jî hevsengiyek hebe, her neteweyek karibe bi zimanê xwe biaxive, perwerde bibîne û ev yek di destûra bingehîn û yasayan de were misogerkirin.

2. Pêwîste bernameyeke nûjen a perwerdeyê li gorî pirrengiya Sûriyeyê bê amadekirin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê li gorî herêman bê dayîn.

3.Zimanê Erebî dikare li tevahiya Sûriyeyê bibe zimanê fermî lê pêwîste li kêleka wê jî bi herêmên ku piraniya wan Kurd in, zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî yê wê herêmê.

4.Divê li tevahiya Sûriyeyê xwendekar ji refa 4 û şûnde ji bilî zimanê xwe yê dayîkê, fêrî yek ji zimanên pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî bibe. Mînak xwendekarekî Kurd dikare fêrî zimanê Suryanî, Erebî û hwd.. bibe.

5.Pêwîste plansaziya ziman bi qada perwerdeyê sînordar nebe, di hemû qadên jiyanê yên wekî ragihandin, wêje, siyaset, aborî û hwd.. jî hebe.

6.Siyaset û plansaziya ziman dikare di nav bernameya xwendina bilind de weke mijareke sereke were dayîn û bibe qadeke pisporiyê.

7.Salê carekê komxebatên siyaset û ziman bên çêkirin.

(a)

ANHA