Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -1

Piştî peymana 29’ê Çileyê, xebatên pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Şam û QSD/Rêveberiya Xweser de çawa dimeşin, gihîştiye kîjan astê, çi encam hatine girtin û gel çawa dibîne?

Li Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe -1
18 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ-RÊNAS REMO

Pêvajoya entegrasyonê ya ku piştî peymana 29`ê Çileyê di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dest pê kiriye, di meha çaremîn de ye. Di vê pêvajoyê de agirbest ket meriyetê, hevdîtinên ji bo mijarên entegrasyonê hatin meşandin. Her wiha hin gav jî hatine avêtin. 

Di vê navberê de nîqaşên wekî ji vê pêvajoyê kî feyde digire? Çi encam bi xwe re tîne? Pêwîste çawa were fêmkirin? û hwd.. hatin meşandin û berdewam dikin.

Başe, ev pêvajo çawa meşiya û gihîştiye kîjan astê. Em ê bi vê dosyaya ku ji 3 beşan pêk tê, herikîna pêvajoyê raxin ber çavan.

Di beşa yekemîn a dosyayê de wê geşedanên leşkerî-ewlekarî bê vegotin.

GEŞEDANÊN BERIYA PEYMANA 29`Ê ÇILEYÊ

Ji 2023`an ve li Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinên pir bi lez çê dibin. Van geşedanan raste rast bandor li ser Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kiriye. Bi êrişa Hemasê ya 7`ê Cotemeha 2023`yan ku li hemberî Îsarîlê pêk anî û êrişên Îsraîlê li ser Xezayê re, aloziya li herêmê kûrtir bû.

Îsraîlê li aliyekê êrişî Xezayê û Lubnanê kir, li aliyê din jî li Sûriyeyê baregehên komên nêzî Îranê bombebaran kir. Di vê navberê de dewleta Tirk ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin hedef, ev geşedan ji bo xwe wekî metirsî didîtin û ket nava lêgerînan. Di vê çarçoveyê de li parlementoya Tirkiyeyê civîneke veşartî hate çêkirin.

Di 22`ê Cotemeha 2024`an de Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bexçelî di civîna partiya xwe de got “Metirsiyên gelek mezin li ser Tirkiyeyê hene”, bang li Rêber Abdullah Ocalan kir ku şer bi dawî bike û were li meclisê siyasetê bimeşîne.

Dema ev geşedan çêdibûn, li Sûriyeyê jî guhertinên nû pêş diketin, 27`ê Mijdara 2024`an HTŞ`ê li hemberî rejîma Bass`ê ji Helebê dest bi şer kir. Di 8`ê Kanûnê de jî rejîma Bass hilweşiya.

Vê yekê li Sûriyeyê hevsengî guhertin û pêvajoyek nû da destpêkirin. Sîstema Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û hêza wê ya parastinê QSD zêdetir ketin rojevê.

Hêzên wekî Amerîka û Birîtaniyayê, HTŞ û hikumeta ku wê ava kiriye muxatab girtin û xwestin Rêveberiya Xweser jî bi Şamê re danûstendinan bike.

Li aliyê din dewleta Tirk xwest ji vê yekê feyde bigire û berê êrişên xwe yên siyasî û leşkerî dan herêmên xweser.

BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Di nava van geşedanan de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin, Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd ji zemîna şer veguherînîn ser zemîna siyaset û hiqûqê. 27`ê Sibata 2025`an jî Rêber Abdullah Ocalan ev nerînên xwe bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi cîhanê re parve kirin.

PEYMANA 10`Ê ADARÊ

Rêber Abdullah Ocalan her wiha ji QSD`ê re jî name şand û ji bo çareseriya Sûriyeyeke demokratîk bang kir.

Piştî vê bangê li Sûriyeyê di 10`ê Adara 2025`an de, di navbera Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûma Ebdî û Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El-Şeri de peyman hate îmzekirin. Ev peyman ji 8 xalan pêk dihat û ji bo pêkanîna wê jî biryar hate girtin ku komîteyên hevbeş werin avakirin.

Di çarçoveya peymanê de, hevdîtin dest pê kirin û 1`ê Nîsanê li Helebê peymaneke herêmî hate çêkirin. Li gorî peymanê lihevkirin çêbû ku hêzên leşkerî yên QSD`ê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derkevin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her du taxan bimînin. Ev lihevkirin wekî gavek pêkanîna peymana 10`ê Adarê hat binavkirin.

Piştî pêngava ku li Helebê hate avêtin, gef û zextên dewleta Tirk zêdetir bûn. Lewma lihevkirinên di van hevdîtinan de çêdibûn, pêk nehatin.

Di dawiya 2025`an de dewleta Tirk zext û gefên xwe zêde kirin, li beramberî wê bi destpêka sala 2026`an ve, ji bo çareseriyê 4`ê Çileyê li Şamê di navbera QSD`ê û hikumetê de civîn hat çêkirin.

Li gorî yek ji Fermandarên QSD`ê Sîpan Hemo civîn bi awayekî erênî derbas dibû û hatibû asta îmzekirinê, lê di kêliyên dawiyê de bi destwerdana wezîrekî hikumetê hevdîtin sekinî.

CIVÎNA PARÎSÊ

Roja 5`ê Çileyê jî li paytexta Fransa Parîsê di navbera Îsraîl, Fransa û Sûriyeyê de civînek hate çêkirin, di civînê de nûnerê Amerîkayê jî amade bû. Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê jî li Parîsê bû û bi aliyên ku tevlî civînê bûne re, hevdîtin pêk anîn.

Di 6`ê Çileyê de jî Amerîka, Îsraîl û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di civîna li Parîsê de li ser mekanîzmayeke hevkariya hevbeş a pevguhertina agahiyan, kêmkirina rageşiyê û piştgiriya aramiyê li hev kirine.

Wezîrê Tirkiyeyê jî piştî civînê diyar kiribû ku wan daxwazên xwe pêşkêş kirine.

ÊRIŞÊN 6`Ê ÇILEYÊ

Piştî van geşedanan, 6`ê Çileyê komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê kirin.

Van êrişan piştre li Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêrzorê berdewam kirin.

Li hemberî êrişan Rêveberiya Xweser 18`ê Çileyê banga seferberiyê kir. Li ser vê bangê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi mîlyonan însan daketin qadan û êriş şermezar kirin.

Bi sedan kesan berê xwe dane Rojava û tevlî berxwedanê bûn.

Tevahiya tevger û partiyên Kurdî banga yekrêziyê kirin. Pêla serhildanê bandor li ser hikumetên welatên cîhanê jî kir û daxuyaniyên rawestandina êrişan hatin dayîn.

PEYMANA 29`Ê ÇILEYÊ

Di dema êrişan de Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi şandeya DEM Partî re, bal kişand ku ev êriş komployeke duyemîn a 15`ê Sibatê ye û xwest ku pirsgirêk bi rêya dîyalogê were çareserkirin. Rêber Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê jî xwest ku roleke çêker bilîze.

Piştî van geşedanan 29`ê Çileyê di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de peyman hate îmzekirin û 30`ê Çileyê hate îlankirin.

GAVÊN JI BO PÊKANÎNA PEYMANÊ

GEŞEDANÊN LEŞKERÎ

Li gorî peymanê wê xebatên entegrasyonê bên meşandin û di mijarên leşkerî, siyasî-îdarî, jin, aborî, perwerde û koçberiyê de gav werin avêtin.

Dîsa li gorî peymanê wê hêzên QSD û Asayîşê (Hêzên Ewlekariyê Hundirîn) li herêmên xwe bimînin, di aliyê îdarî de jî xweseriya herêmê li ber çavan bê girtin.

Piştî peymanê dest bi van xebatan hate kirin û gava yekemîn di aliyê leşkerî-ewlekariyê de hate avêtin.

CIZÎR

Pêkanîna peymanê di 1, 2 û 3`ê Sibatê de bi hevdîtinên di navbera QSD û hikumeta demkî de dest pê kir. Di vê çarçoveyê de rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên hikumetê li bajarên Qamişlo û Hesekê civîn çêkirin. Hikumeta demkî Merwan El-Elî wekî Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Hesekê diyar kir.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) jî wekî Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê hat destnîşankirin.

Yek ji mijarên ku herî zêde nîqaş li ser hatine meşandin, rewşa hêzên QSD`ê bû. Li gorî peymanê hêzên QSD`ê wê li herêmên xwe bimînin û xweseriya xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de hêza QSD’ê wekî 4 tugay ji nûve bihata rêxistinkirin. Ji van tugayan 3 wê li Cizîrê hatibana avakirin û yek jî li Kobanê bihata avakirin. Ji bo pêkanîna wê gelek hevdîtin hatin kirin.

6`ê Sibatê Fermandariya Giştî ya QSD`ê li Hesekê bi fermandarên hêzên hikumetê re civiya.

10`ê Sibatê jinûve bicihkirina şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên Cizîre û Kobanê dest pê kir.

23`ê Sibatê şandeyeke ku ji endamên Fermandariya Giştî ya QSD`ê Çiya Kobanê û Sîpan Hemo, Endama Fermandariya YPJ`ê Sariya Efrîn pêk tê, li Şamê bi rayedarên Wezareta Parastinê ya hikumetê re hevdîtin kir.

Mijara ku herî zêde li ser nîqaş hatine meşandin a hêzên QSD`ê bû. Nexasim li ser hejmara tugayan hinek nakokî hebûn. Hejmara her tugayekê ya ku Şamê digot û ya QSD’ê hevûdin nedigirt. Li ser nîqaşan 4 tugay hatin avakirin û bi awayekî fermî hatine qebûlkirin.

ERKDARIYÊN JI BO WEZARET Û FERMANDARIYAN

Gaveke din a şênber jî erkdarkirina fermandarên QSD`ê ya di nava artêşa Sûriyeyê de bû.

10`ê Adarê QSD`ê ragihand ku endamê fermandariya wan a giştî Sîpan Hemo weke Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê hatiye erkdarkirin. Parêzgehên Reqa, Dêrazor û Hesekê wekî herêmên di berpirsyariya Sîpan Hemo de hatin diyarkirin.

Fermandariya QSD`ê 27`ê Adarê jî eşkere kir ku endamê fermandariya wan a giştî Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) wekî Cîgirê Fermandarê Firqeya 60`î hatiye erkdarkirin. Firqeya 60 ji hêzên leşkerî yên herêmên Cizîrê û Helebê pêk tê.

KOBANÊ

Civîn û hevdîtinên li Cizîrê hatin çêkirin, li Kobanê jî bi rengên cuda pêk hatin. Li herêmên weke Şêxler û Çelebiyê li ser ji nûve bicihbûna hêzên leşkerî û ewlekariyê hinek nakokî hebûn, lewma pêkanîna xalên peymanê bi derengî ket. Mijara dorpêça li ser bajar jî sedemek din a derengmayînê bû.

1`ê Sibatê şandeyek ji Şamê li Kobanê bi nûnerên bajar re hevdîtin pêk anî.

5`ê Sibatê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê li avahiya Parêzgeha Helebê ji bo mijarên ewlehiyê bi Parêzgarê Helebê re civiyan.

8`ê Sibatê şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê, li Helebê bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê re hevdîtin kir.

9`ê Sibatê li bajarokê Çelebiyê yê Kobanê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Fermandariya Ewlekariya Giştî ya Helebê civîn hat lidarxistin.

Di encama van hevdîtinan de ji 27`ê Sibatê ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi Hêzên Ewlekariyê yên hikumetê re, li bajarokên Çelebiyê û Şêxler bendên kontrolê yên hevbeş danîn.

2`ê Adarê hêzên QSD`ê navenda bajarokê Şexler ê Kobanê dewrî hêzên ewlekariyê kir û li baregehên xwe yên nû bi cih bû.

RÊ HATIN VEKIRIN

Piştî gavên hatine avêtin, 4`ê Adarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Ewlehiyê yên hikumetê li ser rêyên Reqa-Hesekê, Hesekê-Dêrzor nuqteyên hevbeş danîn.

10`ê Adarê rêya navnetewî ya M4 ku bajarên Hesekê, Reqa, Kobanê, Minbic  û Helebê bi hev ve girê dide ji nûvre hat vekirin.

13`ê Nîsanê Rêyên Til Temir-Dirbêsiyê-Serêkaniyê yên ku ji Cotmeha 2019`an ve girtî bûn, hatin vekirin.

BIHEVGUHERTINA DÎLGIRTIYAN

Yek ji xalên ku li ser gav hatine avêtin jî mijara dîlgirtiyan bû. Bi hevdîtinên hatine meşandin re, heta niha hikumeta demkî hezar û 32 dîlgirtî, QSD`ê jî 491 kes serbest berdane.

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî beriya destpêkirina pêvajoya bihevguhertinê, diyar kiribû ku hejmara giştî ya dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî hezar û 70 kesên ku ji şervan û sivîlan pêk tê ye.

Qonaxa serbestberanê 10`ê Adarê dest pê kiriye û hîn didome.

YPJ

Di bin sernavê jinûve bicîhkirina hêzên leşkerî de xala ku hîn nehatiye çareserkirin, hebûna YPJ’ê û fermîkirina wê ye. YPJ wekî avasaziyek xweser pêkhateyeke QSD’ê ye. YPJ weke îrade û destkeftiya herî mezin a têkoşîna jinan tê naskirin, lewma tê xwestin ev avasazî bi fermî jî were naskirin. Lê aliyê Şamê bi hinceta ku di yasayên heyî de tiştek wiha nîn e, heta niha qebûl nekiriye.

Tevî nakokiyan jî danûstendinên navbera herdu aliyan berdewam dikin. 

1`ê Nîsanê endamên Fermandariya YPJ’ê Sozdar Hacî û Rohilat Efrîn, Fermandara Ketîbeya Jin a Lîwaya Qamişlo Xalsa Ayêd û Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal, li Şamê bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin kir. Têkildarî hevdîtinê agahiyên berfireh nehatin parvekirin, lê hat gotin ku erênî derbas bûye û dê hewldan bidomin.

15`ê Nîsanê jî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li Şamê bi Serokê Hikumeta Demkî Ehmed El-Şeri re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên ku Îlham Ehmed dane ANHA`yê di hevdîtinê de li ser mijara YPJ`ê jî nirxandin hatin kirin. Îlham Ehmed got ku xebatên ji bo fermîkirina YPJ`ê heta gihandina encamekê dê di rojevê de bin.

Di rewşa niha de hêzên YPJ’ê li baregehên xwe hebûna xwe diparêzin.

GEL ÇI DIBÊJE?

Nîqaşên têkildarî jinûve rêxistinkirina hêzên leşkerî û ewlekariyê, ji aliyê gelek derdoran ve tên meşandin. Yên ku herî zêde meraq dikin û dixwazin mijarê rast fêm bikin jî welatî ne.

Me jî li ser mijarê mîkrofona xwe dirêjî gel kir.

Kesên ku nêrînên xwe parve kirin, li gel fikarên xwe gavên tên avêtin erênî dibînin û balê dikişînin ser parastina destkeftiyên herêmê. Her wiha bal kişandin ku pêwîste YPJ bi fermî were qebûlkirin. Welatiyên ku pêvajo tam fêm nekirine û nexwestin bi axivin jî hene.

Ji nêrînan tê fêmkirin ku agahdarkirina gel a ji aliyê saziyên eleqedar ve, wê civakê hîn baştir araste bike.

(a)

ANHA