Sîhanok Dîbo: Mafên Kurdan ne diyarî ne, divê di destûrê de werin misogerkirin

Sîhanok Dîbo anî ziman ku mafên Kurdan nabe werin parçekirin an jî wek diyariyekê ji aliyê hikumeta demkî ve werin dîtin û got îradeya gelê Kurd divê li ber çavan were girtin û mafên siyasî û çandî yên Kurdan di destûrê de werin mîsogerkirin.

Sîhanok Dîbo: Mafên Kurdan ne diyarî ne, divê di destûrê de werin misogerkirin
7 hezîran, 2026   03:20
QAMIŞLO
CAN ELEWÎ

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê Rêveberiya Xweser li welatên Kendava Erebî Sîhanok Dîbo li ser pêdiviya nivîsandina mafên Kurdan di destûra siberojê ya Sûriyeyê de, ji ajansa me re axivî.

Dîbo diyar kir ku gelê Kurd gelekî resen li Sûriyeyê ye û heqîqeteke siyasî, erdnîgarî û dîrokî ye, lewre divê doza Kurd di Sûriyeya nû de were mîsogerkirin, pêşxistin û parastin.

Dîbo di dewama axaftina xwe de got: "Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd wek pirsgirêkeke neteweyî were nîşandan û di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk, nenavendî de were çareserkirin. Di heman demê de divê mafên siyasî, civakî û çandî yên gelê Kurd di destûra siberojê ya welat de werin mîsogerkirin."

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku doza gelê Kurd ne tenê doza zimanê kurdî ye, lê ziman û nasnameya kurdî beşeke esasî ya doza kurdî ne û got: "Hinek kes hewl didin îdiayên derveyî vê çarçroveyê parve bikin û pirsgirêka Kurd hew di çarçoveya ziman û nasnameyê de sînordar dikin. Ev hewldan neyînî ne."

Endamê Meclisa Giştî yê PYD‘ê Sîhanok Dîbo da zanîn ku çareserkirina vê dozê bi rêya naskirina mafên wan ên siyasî, çandî, civakî, nasnameyî û zimanî pêkan e. Dîbo got divê nûnerên rasteqîn ên gelê Kurd ên ji aliyê Kurdan ve werin hilbijartin, beşdarî komîteya nivîsandina destûra nû bibin û wiha domand: "Divê ne ew kesên ku ji aliyê hikumeta demkî ve werin hilbijartin bibin da ku Kurdan bidin îqnakirin ku beşdarî xebata nivîsandina destûrê bibin. Ev şaşiyeke mezin e. Divê nûnertiya Kurdan di nivîsandina destûra nû de li ser bingehên pîvanên zelal bin. Divê mafên Kurdan neyên parçekirin an jî wekî ku diyariyek be ji aliyê hikumeta demkî ve neyên nîşandan."

Sîhanok Dîbo di dawiya axaftina xwe de got, naskirina zimanê kurdî û Newrozê ne bes in, divê nêzî doza kurdî bibin wekî dozeke giştî û neyê parçekirin û ev lê zêde kir: “Divê îradeya gelê Kurd a diyarkirina çarenûsa xwe li ber çavan were girtin, ne hema çend kes werin diyarkirin an çend kursiyên sînordar mîna ku di tayînkirina endamên parlamentoyê de bûye. Ev yek nayê qebûlkirin.”

(bb)

ANHA