Berhevkirina biharatan ji bo gelek malbatan bûye jêdera debarê

Di wextekî de ku derfetên kar kêm bûne û rewşa debarê giran bûye, berhevkirina biharatan û pincaran bûye jêdera bi dehan malbatên li gundewarên Hesekê.

Berhevkirina biharatan ji bo gelek malbatan bûye jêdera debarê
7 hezîran, 2026   04:50
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Di demekê de ku rewşa aborî zehmet bûye û derfetên kar kêm bûne, berhevkirina biharat û giyayên bejî yên demsalî yên bêhnxweş bûye jêdera debarê ya bi dehan malbatan.

Li bejahiya Sûriyeyê gelek cureyên giyayên bênxweş û biharatan wekî pûnga bejî, zehtera bejî, şîh, kersûn (cercîra bejî) hwd çêdibin. Ev giya di biharê de û destpêka havînê de tên berhevkirin. Li gundewarên Hesekê, bi taybetî li çiyayê Kewzanan, bi dehan kes ji saetên serê sibehê ve giya kom dikin û li bazarên difiroşin ku ji wan re bûye jêdera debarê.

Şêniyê bi navê Seîd Bekir ji gundê Taban ê rojhilatê bajarê Şedadê piraniya roja xwe di komkirina giyayan de derbas dike

Seîd Bekir ji 15 salan ve xwendina peymangeha komputerê qedandiye û bavê 3 zarokan e, heya niha derfetên kar li gorî branşa xwe bi dest nexistiye, lewre jî komkirina giyayan bûye jêdera debara wî.

Bekir diyar kir ku ev giha ku di çêkirina xwarinê û dermanan de tên bikarnaîn, ji aliyê şêniyan ve tên hezkirin.

Ehmed Îbrahîm El Beko yê ji heman gundî diyar kir ku ew ji saetên serê sibehê ve diçe çolê da ku pûnga bejî berhev bike, piştre li sûkên bajarê Hesekê bifiroşe. Bihayê her qewdeke wê di navbera hezar-2 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye.

Ji fêdeyên giyayê şîhê; dermanê herî xurt ji bo derxistina kurmên di roviyan de ne, pergala helandinê aram dike û îltîhabê xilas dike. Pûnga bejî jî dermanê madeyê ye, stresê kêm dike û antîspasmodîk e. Zehtera bejî jî di dermankirina serma û kuxikê, xurtkirina parastinê de kêrhatî ye û dezenfektan û êşbir e. Kersûn jî xwînê paqij dike.

(bb)

ANHA