Di sala 2025'an de çi qewimî: Xizmetguzarî

Di sala 2025'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gavên mezin di qadên xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî û çandiniyê de avêtin, her wiha di birêxistinkirina civakê de jî, bi rêya çalakkirina rola komînan û vekirina firneyan, gav avêtin.

Di sala 2025'an de çi qewimî: Xizmetguzarî
27 kanûn, 2025   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN
SÎPAN SILO

Di sala 2025'an de projeyên sereke yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeyên xizmetguzarî û rêxistinî bûn. Rêveberiyê di vî warî de gavên mezin avêtin û aramiya xizmetguzarî li herêmê xurt kir.

RÊXISTINKIRINA CIVAKÎ

Rêveberiyê karê komîn û meclisan ji nû ve rêxistin kir. Li gorî wê, roja şemiyê ji her hefteyê ji bo komînan hat diyarkirin û li herêmê 44 konferansên komînan li hatin lidarxistin.

TENDURISTÎ

Di qada tenduristiyê de Desteya Tenduristiyê ya kantona Tebqayê Nexweşxaneya Nîştimanî ya Tebqayê pêş xist û tê de beşên ambûlans, gurcik, zarokgeh, çavdêriya giran û emeliyatan vekirin.

Li kantona Cizîrê Nexweşxaneya Gel ji nû ve hat vekirin û li Nexweşxaneya Gel a Hesekê 5 cîhazên şûştina gurcikan danîn.

Li Nexweşxaney Kîsra ya kantona Dêrazorê jî stasyoneke oksîjenê hat danîn û beşek taybet ji bo nexweşên kolerayê hat vekirin.

Li kantona Firatê Rêveberiya Xweser navendeke tenduristiyê li başûrê bajarê Kobanê vekir û li Nexweşxaneya Miştenûrê beşên leşmanya û şuştina gurcikan hatin vekirin.

Li navenda bajarê Kobanê jî dermanxaneyeke navendî ya giştî hat vekirin. Li ser rêya Helebê ya bajarê Kobanê jî avakirina mezintirîn nexweşxane li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat didomin.

PERWERDEHÎ

Di sala xwendinê ya 2025/2026 de 713 hezar û 554 xwendekar di 3 hezar û 647 bi çavdêriya 35 hezar û 513 mamosteyan hatin tomarkirin.

Di wê çarçoveyê de li bajarê Reqa û gundewarê wî 6 dibistan ji nû ve hatin avakirin, ew jî dibistanên Munîr Hebîb, Welîd Bin Ebdulmelik, Faia El Şîbaniye, Kîsra Sirûr, Kalta û Cemîle Bûheyrid bûn.

Li bajarê Tebqayê jî 3 dibistanên mezin ji bo wergirtina zêdetirî 2 hezar û 600 xwendekaran hatin amadekirin û li rojhilatê Dêrazorê 12 dibistan hatin amadekirin.

Di heman demê de li bajarê Kobanê û gundewarên wî 3 dibistan tên avakirin.

Li kantona Cizîrê Navenda Rengîn ji bo perwerdekirina kesên astengdar ên kor bi rêbaza brayl hat vekirin.

Li zanîngehên Şerq, Kobanê û Rojava 3 komên xwendekaran derçûn.

ÇANDINÎ Û SEWALVANÎ

Rêveberiya Xweser di 2025'an de nêzî 300 hezar ton genim ji cotkaran wergirt û her kîloyek bi 42 sentan ji wan kirî.

Saziya Pembûyan jî nêzî 38 hezar ton pembû ku li rûbera 250 hezar donim hat çandin, wergirt. Her tonek pembû bi 600 dolar ji cotkaran hat kirîn.

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di plansaziya 2025-2026 de sîstema elektronîk ji bo rêxistinkirina hilberînê erê kir. Li kantona Reqayê jî Zuhageha garis ku rojane heta 600 ton tê de tê bicihkirin û navenda yekemîn a bêjinga leyzerî ya tovan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin.

Meclisa Aborî û Çandiniyê jî ji bo pêşxistina hilberînê, serjimariya sewalan û amadekirina navendên kirîna genim, biryar dan.

Her wiha, embargehên Boasî (40 hezar ton) hatin amadekirin û embargehên Hinêde (130 hezar ton) tên amadekirin.

Li Reqayê projeya "Um El Medacin" ji bo pêşxistina hilberîna hêk û goşt (19 hezar û 200 hêk) hat vekirin.

Di heman çarçoveyê de Saziya Zêdekirina Tovan belavkirina tovên genim bi rêya 7 navendên seranserî herêmê li cotkaran didomîne, heta niha 59 hezar ton hatiye wergirtin.

ENERJÎ Û KEHREBE

Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê projeyên berfireh ji bo pêşxistina kehrebeyê li bajarê Meskenê û gundewarê wî dest pê kirin ku kehrebe bigihîje nêzî 235 hezar welatî.

Li bajarê Sebxa yê gundewarê Reqayê 14 transporterên nû yên kehrebeyê hatin siwarkirin.

Desteya Enerjiyê ya kantona Dêrazorê dest bi avakirina stasyona kehrebeyê li herêma Kîsra bi xurtiya 40 megawat kir.

Li ser asta sotemeniyê, xeta hilberîna cerên gazê yên kargeha Siwêdiyê bi hilberîna rojane ya 75 ceran û tijîkirina nêzî 14 hezar ceran, hat çalakkirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser dest bi belavkirina mazota germkirinê li welatiyên herêmê kir. Ji bo her deftereke malbatê 300 lître bi 315 hezar lîreyan tê dayîn. Li kantona Cizîrê heta niha nêzî 120 milyon lître hat belavkirin.

BINESAZÎ Û JÎNGEH

Rêveberiya Xweser ji bo projeyên qîrkirina rêyan 25 milyon dolar veqetand û nêzî 400 hezar metredam qîr hat bikaranîn.

Girêdayî wê, projeya qîrkirina rêya Qamişlo - Dêrik bi dirêjiya 100 kîlometre ku piştî rêya Reqayê projeya duyemîn a herî mezin e, dest pê kir.

Di qada avê de li nêzî stasyona Hilêliyê ya Qamişlo 20 bîr bi lêçûna 2.86 milyon dolar hatin kolandin.

Yekitiya Şaredariyan a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê dest bi pêkanîna projeya siwarkirina enerjiya tavê ji bo stasyona avê ya Baxozê kir.

Her wiha geracên veguhastina hundirîn li bajarê Hesekê hatin yekkirin û dest bi qonaxa duyemîn a çaksazkirina kenala avdanê ya Xabûrê ya ku avê dide 90 hezar donim li gundewarê Dêrazorê, hat kirin.

Li bajarê Qamişlo Parka Avesta jî wek "Parka Çand û Hunerê" hat nûkirin, Meclisa Jîngehî ya kantona Reqayê û Yekitiya Şaredariyan di çalakiyeke navneteweyî de ya ji bo xurtkirina çanda aştiyê li Îtalyayê, beşdar bû. Her wiha ji bo avakirina bajarê pîşesaziyê li Hesekê ku tê de 3 hezar û 500 dikan werin bicihkirin, lêkolîn hatin kirin.

Li bajarê Kobanê projeya semada kurman (compost) dest pê kir û taqîgeh ji bo taqîkirina ax û ba, hat avakirin.

FIRNE

Ji bo pêşxistina ewlehiya xwarinê, 2 firneyên navendî li bajarên Firar û Hecînê yên kantona Dêrazorê hatin amadekirin.

Firneya hevkariya "Nanê Jiyanê" jî li bajarê Reqayê hat vekirin ku hilberîna wê rojane nêzî 8 tonan e.

(mh)

ANHA