Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû

Hefteya Wêjeyê bi encamnameyeke ku pêşniyarên der barê wêjeya zarokan, weşan û rexengeriyê dihewînin de bi dawî bû.

Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
Hefteya Wêjeyê bi pêşniyaran bi dawî bû
2 gulan, 2024   22:59
QAMIŞLO

Her wiha Hefteya Wêjeyê ya ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve di 27ˊê Nîsanê de hatibû destpêkirin bi encamnameyekê bi dawî bû. 

Di encanmayekê de pêşniyarên der barê 3 mijarên ku di nava hefteyê hatibûn gotûbêjkirin de pêşniyar hatine kirin û wiha ne:

A- Mijara yekem: Pirsgirêkên Danênan û Weşanê, du rojan hate gotûbêjkirin. Roja yekem: semînara derbarê (Nivîs Û Weşan:  Aso Û Derfet Li Gel Zehmetî Û Kêşeyan) û ya duyem: penela bi navê (Pirsa danênan û weşanê) her wiha helbestên bi Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Di simînarê de li ser kêşe û pirsgirêkên li pêşberî nivîskaran hate rawestandin, ji qonaxa nivîsandinê td çapkirin û weşangeriyê. Paşê di roja duyemîn de botûbêj û danûstandin li ser tevgera nivîskariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêşeyên li pêşiya weşanxaneyan û pîvanên weşangeriyê, hatin kirin.

Di nav pêşnîyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin ku pêwîste xebat li ser were kirin.

- Pêwîst e komxebatên taybet, yan jî akademiyên biçûk, ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşê ciwan li ser prensîbên hunera nivîskî û afirîner bêne lidarxistin, û piştî derbaskirina çend astên ezmûnî û perwerdehiyê, di bin çavdêriya kesên pisporde bawername ji wan re bê dayin.

- Xebat were kirin ji bo piştgiriya çapkirin û weşana pirtûkên zimannasî yan jî ferhengan bi zimanê kurdî, ji ber ku pêwîstiya  nifşê ciwan bi wan heye.

- xebatên çapkirinê baştir bêje şopandin da asta çapê ya teşe û naverokê were pêşxistin.

B- Mijara duyem: Li ser mijara wêjeya zarokan bû, ku ew jî du rojan, pêk hat. Der barê mjarê de simînara bi sernavê Wêjeya Zarokan/dansîn û dîrok, Taybetmendî û naverok, û panela bi ser navê (Wêjeya Zarokan, Pirsgirêk û pêşniyar) hatin lidar xistin. Her wiha çîrok û helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Di simînarê de pênaseya wêjeya zarokan, dîroka wê û pêvajoyên pêşketina wê ya hate şîrovekirin,  her wiha amûr, mijar û taybetiyên wê yên di her serdemê de hate botûbêjkirin. Simînarê bal kişand ser wêje û metnên nivîskî yên ku li gorî komên temenî yên taybetî ji zarokan re têne nivîsîn.

Mijara Wêjeya Zarokan bi penelê jî hate gotûbêjkirin, di panelê de kêşeyên giştî yên li ser wêjeya zarokan bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destnîşankirin, bi giştî  bal hate kişandin li ser nebûna stratejiyekê ji aliyê saziyên pêwendîdar, û nebûna piştgiriyê ji bo proje û destpêşxeriyên taybet. Her wiha mijarên girêdayî pirsgirêk û mekanîzmayên gihîştina zarokan jî hatin nirxandin. Herwiha mijarên teknîkên nivîsîn û amadekirina babetên wêjeyî yên ku ji bo zarokan hatine amadekirin, weke naverok, reng û wêneyên li gorî komên temenî yên zarokan.

Pêşniyarên ku hêla beşdaran ve hatine pêşniyarkirin: Guhdana wêjeya zarokan di pirtûkên  dibistanê de, ne tenê mijarê wêjeyê bêne amadekirin her wiha guh bidin mijarên  zanistî yên hemû beşên zanistê. Ji bo wêjeya zarokan stratejiyên demdirêj werin pêşxistin. Derxistina kovarên  pêbawer ên ku dikarin kesayetiya zarokê bi hêz bikin. Avakirina pirtûkxaneyan ji bo zarokan. ji bo zarokan stranên vîdyoyê çêdikin (videoclip).

Di mijara sêyem û dawîn de jî, ku di rojên pêncem û şeşan de bû, li ser mijarên rexnegiriya hate gotêjkirin. simînarek bi sernavê: Nebûna rexneyê û bandora wê li ser jiyana çandî û wêjeyî hate pêşkêşkirin. Di simînarê de çend mijar hatin parvekirin, ji wan: rexneya wêjeyî, erk û mîsyona wê/ girîngiya rexne û rexnegirê wêjeyî, taybetmendî û rola wê, egerên sereke ku bûn sedema nebûna pratîka rexneyî ya bi bandor û encamên ku ji nebûna rexneyê derketine.

Di roja dawîn de li ser rexneya wêjeyî gotûbêjeke berferh hat kirin. Mijarên ku mêvan û beşdarên panelên anîn ziman jî ev bûn: valahiya ku di navbera nivîskar û rexnegir de / nebûna rexneya pispor di beşên şano û roman de, kêmbûna lêkolînên rexneyî bi giştî, têkiliya nebaş a di navbera rexnegir û rexnegêr de / qelsiya çanda hevdû pejirandinê Nerîn û nêrîna me ya neyînî li ser pêvajoya rexneyê bi giştî / blokên edebî û pesnên rexney/pêdiviya me bi dibistaneke rexneyê heye li gotî rastiya nasname û kêşeyên me.

Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin jî ev bûn:

- Piştgirîkirina rexnegiran bi rêya saziyek an projeyekê, da ku ji bo rexneya wêjeyî bigeh bê avakirin

- Saziyên çandî û ragihandinê bi fermî xwedî li tevgera  rexneya wêjeyî derkevin, û dayîna cihekî guncaw ji bo rexneya wêjeyî di dezgehên ragihandinê de.

- Têvedan û piştgiriya çalakiyên xwendina rexneyî yên ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve têne lidarxistin, û piştgirya hemê hewildanên rexneyî ji bo pêşdebirina xebata rexneyî.

Careke din bi navê Dîwana Wêjeyê, em spasiya her kesê ku bi me re amade bûn dikin, ji xelkê bajarê Dêrikê ku îsal em mêvanên wan bûn, em spasiya her kesê ku wextê xwe ji bo beşdarbûnê terxan kir û ji deverên dûr hatin dikin, em hêvîdar in me hein mijarên wêjeyê yên girîng bi hev re gotûbêj kiribe. Bi hêviya ku em bi hev re karibin van pêşniyaran binirxînin û xebateke hevbeş bikin jib o pêkanîna wan. Her wiha em bi hêvîne ku sala bê dîse ji bo bilindkirin û pêşxistina wêjeyê Kurdî em bi hev re bin."