Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê

Xaliye El Ubeyd, ruxmî nexweşiyê û şikestina destê wê jî, rojane zêdetirî 300 lître avê bi erebeya zarokan dibe mala xwe. Xaliye bang kir ku hesab ji aliyên ku avê li ser Hesekê qut kirine, bê pirsîn.

Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê
Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê
Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê
Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê
Serpêhatiye jineke 60 salî ji bo peydakirina avê
3 gulan, 2024   07:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Xaliye El Ubeyd rojane avê bi galonan ji depoya li nêzî mala wê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dibe mala xwe.

Xaliye (60) heta galonên avê bigihîne mala xwe, di rê de ji ber westanê navberê dibe û dûre dîsa dest bi vê rêwîtiya biêş dike.

Ruxmî ku nexweşa dil û şekir e û du caran neştergerî ji bo dilê xwe çêbûye, pêwîstiya wê bi neştergeriyeke din heye lê ji ber nebûna heqê nexweşxaneyan, nikare çêke. Dîsa jî rojane li ber xwe dide ji bo ku pêdiviya malê ya avê peyda bike.

Xaliye rojane nêzî 300 lître av ji depoya nêzî mala wê bar dike. Ji ber ku nexweş e û destê wê şikestî ye, ji bo birina avê erebeya zarokan bi kar tîne.

Têkildarî mijarê Xaliyeyê got: "Bi saya vê erebeyê ez avê digihînim malê. Sala borî ji ber ku min av bi galonê dibir male, destê min şikest. Îro jî bi vê erebeyê avê dibim malê."

Xaliyeyê bang li aliyên têkildar kir ku êşên xelkê Hesekê bi dawî bikin, piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elûkê li ser bajêr qut kir.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an dagir kirin û av ji ser milyonek û 500 hezar kesî li Hesekê û bajarokên wê, birî.

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê pêwîstiya bajêr rojane bi zêdetirî 130 hezar metrekab avê heye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî hewl dide avê bi rêbaz û projeyên alternatef peyda bike. Herî dawî hewl dide avê ji navçeya Amûdê bigihîne bajêr.

(şx)

ANHA