Têkiliya Şoreşa Rojava û Hunerê – HÛSEYİN GEDÎK

Têkiliya Şoreşa Rojava û Hunerê – HÛSEYİN GEDÎK
14 mijdar, 2025   13:16

Têkiliya hunerê û polîtîkayê hertim mijara nîqaşê ye. Çawa kesên ku difikirin huner ji polîtîkayê cuda ye, hinek kesên nêrîna “pêwîste huner ji bo hunerê bê kirin” diparêzin jî hene. Ji ber ku huner ji pêdiviyên manewî yên civakê re dibe bersiv, ên ku nêrîna “huner ji polîtîkayê cuda nayê fikirîn” diparêzin hîn zêdetir in. Di encamê de ji ber ku polîtîka nûnertiya berjewendiyên gel dike, qasî ku jiyaneke rihet û aram pêk tîne, bi xwe jî vedugihere hunerê. Li gorî ku kereseya (xerc) hunerê jiyana civakî ye, têkiliya wê ya bi polîtîkayê re nayê paşguhkirin. 

Her çendî her mirov ji nêz ve bi polîtîkayê re eleqeder nebe jî, di derbarê jiyanê de teqez nêrînek a wê/wî heye. Kesayet bi nêrîna xwe ya cîhanê, nirxên çandî û exlaqî yên diparêz e, bi civaka ku tê de jiyan dike re heye. Dema li ser vî bingehî nêzî hunerê bibin, encama ku her huner heman demê de polîtîk e derdikeve holê. Derdorên ku hunerê re eleqedar in qasî ku hest û fikren wan diyar dike, ji aliyê gel giştî ve tê qebûl kirin û li gorî nêrînên gel nirxeke polîtîk qezenc dike.

Nêrîna ‘’Huner di wateyekî de polîtîka ye’’ zêdetir hatiye pejirandin. Çêkirin, naverok, fînansekirin û heta herckirina xwe de digihêje nirxekî politîk. Dema em dibêjin huner politika ye, divê encama her hunermend gere politikayê re eleqedar be dernekeve. Di hemû deman de hunerê bi awayekî polîtîkayê re xizmet kirî ye û her di nava hev de buye.

Aliyê hunerê yê civakparêzî heye. Ji ber vê serxwebûna hunerê bi xwezayî ye. Faaliyetên hunerê, qadeke kar ya cihana hunermend ya tê de hest û ramanên xwe diyar dike ye. Çavkaniya wê civak e. Buyerên ku jiyana civakî de derdikevin holê, ji aliyê fikir û hestên hunermend ve şîrove kirin û ji nû ve pêşkeşkirina civakê ye. Karekî alîkarî dide pêşketina hişmendiya civakî.

Bi bîranîna hunerê ya li çandê re ji ber cihekî girîng girtina wê qada civakî ye. Ji ber alîkariya wê ya nirxên manevî xebatên Çand û Hunerê wek ji nû ve şînbûna jiyanê nirxandin mumkun e. Huner qasî ku çandê re hev bike terzê jiyanê ya civakê, nasnameya wê, kevneşopî, jiyana hevkar û hemû nirxan re divê bibe bingeh.

Hunermend ji aliyê din ve ew kes e ku hemû nirxên civakî bi awayekî kûr jiyan dike, hîs dike, dibîne, wate dide hest û ramanan, bi cîhana xwe ya derunî ji nû ve şîrove vediguherîne hunerê û pêşkêşî civakê dike. Ger ku bi vî rengî bê temsîl kirin neçar e ku nasnameya hunermend bibe wijdanê civakê.

Ew erdnigariya 5. Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava tê de ji dayîk buye di heman demê de erdnigariya ku tê de şoreş ji dayîk buye ye. Bi vê wateyê de şoreşa Rojava wek şoreşeke ji xwe hunera xwe derdixe holê, şoreşeke girîng e. Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava her çiqas demên xwe yên destpêkê de be jî, bêyî ku bibe qadeke edüstriyê îsbat kiriye ku dikare bibe alternatif. Li Rojava de huner û şoreş gihiştiye hev. Şoreşa Rojava bingeheke serbixwe ya pêşketina hunerê vekiri ye.

Şoreşa Rojava, ji bilî rola xwe ya berbiçav wekî şoreşa jinan, wek şoreşeke enternasyonel ve jî herî zêde derdikeve pêş. Di şoreşa Rojava de enternasyonalîzm, bi awayekî berfireh îdeolojîk û teorîk, di warê raman de hatiye nûjenkirin û bi armanc û hedefên xwe re aliyekî pratîkî yê nû jî bi dest xistiye. Faaliyetên hunerê yên ku Li Rojava de pêk tên piştgiriya enternasyonel heq dikin.

 

Şoreşa Rojava ya ku encama berhema piştgiriya enternasyonel, fîlmên ku çêkirî ye ve rehendeke navnetewî girtî ye û organîzasyoneke wiha navnetewî ve xemilî ye. Divê tenê ji aliyê fîlman ve na hemu milên hunerê ve evrenselbuyinê armanc bike. Hişmendiya civaka demokratîk di heman deme de bingeha pêşketina çand û hunerê ye. Huner qasî ku bigihêje şoreşê dikare mayînde be û bibe ava cevherî ya şoreşê. Pêdiviya herî zêde ya civaka nû çand û huner e. Mîhrîcana Fîlman ya Rojava ger ku wıha were destgirtin dê zêdetir watedar be.

Pir watedar e ku fîlmê yekem ê Festîvala Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya îsal ji bo biranina Nazim Daştan tê veqetandin. Wek rojnamevan, ew salek berê li Rojava, ligel hevala xwe ya rojnamevan Cîhan Bîlgîn, ji bo mafê raya giştî yê wergirtina nûçeyên rast şehîd bû. Fîlm li ser senaryoyekê hatiye çêkirin ku ji nûçeya Nazim îlham girtiye. Yek ji nuçeya Nazim bû sedema çêbûna fîlmekî.

Şoreşa Rojava çavkaniya jiyanê ya huner û hunermenda ye. Cewherên xav ên şoreşê li benda hunermendên jêhatî û girêdayî hunerê ne. Ew kesên ku dibêjin huner ji bo civakê ye, ji aliyê ruh de dewlemend, fikir de kur in, dê li Rojava ji ya ku lê digerin bêtir bibînin.Gelek çîrokên berxwedanên bê hempa, jinên şerker, komkujî, trajedi, deh hezaran şehîd, hezaran gazîyên berdel dane û gel hene. Huner ji bo vê heye. Dem dema şoreş bi hunerê ve tacîdar kirine ye.

Bi vê wesîleyê hemû kedkar, hunermend ên ku keda wan 5. Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava de derbas buye û hemu dildarên hunerê em pîroz dikin. Em bi dil û can hêvî dikin ku ew ê serkeftinên hîn mezintir bi dest bixin.

Hüseyin Gedik

10 Kasım 2025