Eger deriyê Îmraliyê vebe pêvajo wê bi pêş ve biçe - DR. HAYRÎ HAZARGOL 

Eger deriyê Îmraliyê vebe pêvajo wê bi pêş ve biçe - DR. HAYRÎ HAZARGOL 
11 tebax, 2026   09:55

Qanûna li Tirkiyeyê hate derxistin, eger li ser esasê demokratîkbûnê bibe destpêkek, hîngê wê bi wate be. Ji bo vê jî divê Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên jiyan û xebata azad de bi rola xwe rabe.

Qanûna ku bi mehan her kes li bendû bû, derket. Qanûn bendewarî pêşwazî nekirin. Tenê bi giştî weke destpêkek hate nirxandin. Rêberê Gelê Kurd got, hezar gav bi gavekê destpê dike. Ev qanûn ne demokratîkbûnê, ne jî çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tîne. Tenê destpêka gavên bên avêtin e. Ya girîng, bi vê destpêkê re gav bên domandin û bigihijin armancê. Rêberê Gelê Kurd got, meşa bi hezar kîlometreyî bi gavekê destpê dike û bi têkoşîn û hewldanên ji vir û şûnde wê bigihije encamê.

Li Tirkiyeyê înkargeriyeke ku li ti dera cîhanê nayê dîtin, heye. Hatiye xwestin ku bi milyonan Kurd bi qetlîama fîzîkî û qirkirina çandî, bên Tirkkirin. 100 sal in polîtîka û pêkanînên ku Kurdistan bibe qada belavbûna netewbûna Tirk, hatin meşandin. Tevgera Azadiyê ya Kurd hîna di manîfestoya sala 1978’an de ev rastî bi zelalî nîşan da.

Dewleta Tirk 100 sal in ev polîtîka bi rengekî berfireh û piralî meşand. Tenê siyaseta Tirkiyeyê na, civak jî bi rengê ku hebûna Kurdan înkar bike şêwe girt. Wisa ku sûcê herî giran bûye gotina ‘ez Kurd im’. Di qada siyasî û civakî de behsa hebûna Kurd kirin, nayê hişê ti kesê. Nabe li Tirkiyeyê tiştekî wisa were gotin! Kurdîtî anîna hişê xwe jî nayê qebûlkirin. Dema Ahmet Kaya got, ew ê di qaseta xwe ya nû de strana Kurdî bêje, nerazîbûn û helwesta kesên li salonê hîna li ber çavên me ye. Mîna ku sûcê cîhanê yê herî giran kiriye, êrîşî Ahmet Kaya kirin. Ahmet Kaya ji ber ku qet ne li benda vê rewşê bû, şok ma.

Heta ku Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd kir, qada siyasî, civakî û çandî li ser vê esasê şêwe girt. Li Tirkiyeyê her qad bi zihniyeteke wisa şêwe girtiye ku, behsa pirsgirêka Kurd û çareseriya wê kirin jî normal nehatiye dîtin. Dibe kesên bêjin zihniyeta di dema kuştina Ozal de, nîne. Lê belê ji sala 1993’yan û vir ve, şerê taybet şovenîzm û dijberiya Kurd ewqasê zêde kiriye ku zihniyeta paşverû ya di qada dewlet û siyasî de belavî civakê jî bûye. Bi taybetî şerê taybet ê piştî sala 2015’an hate meşandin, tenê qada siyasî na, qada civakî jî qirêj kiriye. Dewleta Tirk ji bo çewisandina Kurdan, kîmyaya civaka Tirkiyeyê xira kiriye û qirêj kiriye. Pêvajoya ku Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an li ser esasê Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêş xistî, herî zêde jî rastî vê astengiyê tê.

Ji ber vê avhewaya siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê, Rêber Apo pêvajoyê bi baldarî û tedbîr dimeşîne. Hem bi îradeyeke mezin hem jî bi sebir, hewl dide vê pêvajoyê li ser esasê demokratîkbûnê pêş bixe. Di vî alî de jî Tirkiye siyaset û civaka xwe, li ser rastiya xwe perwerde dike. Ji ber ku li Tirkiyeyê aqilê entelektuel jî aqilê siyasî jî berevajiyê diyalektîka civaka Tirkiyeyê, rastiya civakî ya dîrokî û siyasî dixebite. Rêber Apo hewl dide vê aqlê jî bikêşe ser rêya rast. Lewma behsa têkiliyên Tirk-Kurd ên di dîrokê de dike û vê dispêre rastiyên dîrokî. Ev behskirina têkiliyên Kurd-Tirk, nayê wateya feraset û nêzîkatiya li dijî gelên din. Jixwe di rastiya civakî ya dîrokî de jî feraset, nêzîkatî û pratîkek wiha nîne. Dijberî û xirabiyên li dijî gelan û baweriyan, di encama fitneya netewperestiyê ya modernîteya rojava û feraseta netew dewletê de derketiye holê.

Rêber Apo dixwaze vê felsefe û zihniyeta şaş jî sererast bike. Jixwe li Tirkiyeyê heta ku çareseriya pirsgirêka Kurd pêk neyê, ev tiştên nerênî jî nayên derbaskirin; Tirkiye nayê rewşa rastiya civakî ya dîrokî, xwezayî û siyasî. Li Tirkiyeyê niha gelek tişt di nava xapandiyê de ye. Lê belê dawiya vê endezyariya civakî û siyasî hatiye.

Qanûna li Tirkiyeyê hatî derxistin, eger li ser esasê demokratîkbûnê bibe destpêkek hingê wê bi wate be. Ji bo vê jî divê Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên jiyan û xebata azad de bi rola xwe rabe. Encex eger Rêber Apo rol bigire û di rewşek welê de be ku bikare pêvajoyê bi rêve bibe, hingê ev qanûn wê bibe destpêkek. Yan jixwe bi gotina ‘me qanûnek derxist, ev tişt wê bên kirin’, ti pêşketin çênabe. Bi kurt û cewherî ev qanûn bi ferzkirinên yekalî pratîk nabe.

Rêveberiya Tevgerê lewma destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd weke koordînatorê aştî û siyasîbûnê bi rola xwe rabe û qanûnên demokratîkbûnê yên ku pêvajoyê pêş bixin, bên derxistin. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê, tiştên ji vir û şûnde bên kirin derxist holê.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpêkê bi têkoşîna demokratîkbûnê, wê bigihije serketinê. Ji vî alî ve ji vir û şûnde jî, divê di her mijarê de behsa demokratîkbûnê were kirin û têkoşîna vê were meşandin. Li Tirkiyeyê daxwaza demokratîkbûnê, ji her alî ve xurt e. Bi derdorên ku demokratîkbûnê dixwazin re, bi rengekî hevpar meşandina vê têkoşînê girîng e. Wezîfeya esas ev e.

Çavkanî: Rojnameya Yenî Yaşam