Siyasetmedarên Ermen têkildarî rewşa bêewle ya li Sûriyeyê hişyarî da

Siyasetmedarên Ermen metirsiya xwe têkildarî alozî û tevliheviya berdewam a li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de anî ziman, bi taybet li ser zêdebûna bûyerên kuştin, revandin û girtina rêyan. Siyasetmedaran got ev kirin tevgera welatiyan a mirovî û bazirganî di navbera herêmên Sûriyeyê de asteng dike.

Siyasetmedarên Ermen têkildarî rewşa bêewle ya li Sûriyeyê hişyarî da
Siyasetmedarên Ermen têkildarî rewşa bêewle ya li Sûriyeyê hişyarî da
Siyasetmedarên Ermen têkildarî rewşa bêewle ya li Sûriyeyê hişyarî da
Siyasetmedarên Ermen têkildarî rewşa bêewle ya li Sûriyeyê hişyarî da
17 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin serweriya hikumeta veguhêz de bûyerên revandin, kuştin û binpêkirinên ewlehiyê zêde bûne. Bi ser de jî rê û deriyên herêmên Sûriyeyê bi herêmên Rêveberiya Xweser ve girê didin, têne girtin. Ev dibe sedema zehmetiyên welatiyan ên jiyanî ewlehî zêdetir bibin. Ji ber tevgera mirovî û bazirganiyê di navbera her du aliyan de asteng bibe.

Têkildarî mijarê ajansa me li bajarê Hesekê hevdîtin bi kesayetên siyasî yên Ermen re çêkir. Wan nerazîbûna xwe li ser rewşa bêewle û girtina rêyan ji aliyê hikumeta veguhêz ve anîn ziman û destnîşan kir ku ev kirin têkiliya mirovî û aborî ya di navbera herêmên Sûriyeyê de asteng dike.

‘DIVÊ SAZIYÊN DEWLETÊ YÊN RAST WERIN AVAKIRIN’

Der barê mijarê de şêwirmendê giştî yê Ermenan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Teteryan got divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest ji vê zîhniyeta xwe ya tolrakirinê berde û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyet di dema hikumeta Başar El Esed de serwer bû. Bûyerên revandin û binpêkirinên ewlehî binpêkirina zagonên navdewletî ne. Armanca wan ew şêniyên resen ji cihên wan bidin koçberkirin, kesayetên girêdayî hikumeta veguhêz û çeteyên dewleta Tirk li şûna wan bi cih bikin.”

Teteryan metirsiya xwe li ser rewşa heyî bi van gotinan anî ziman: “Ev kirinên hikumeta veguhêz dibin sedema Sûriye bibe dewleteke ku terorê xwedî dike. Lewma divê dewlet bi aqilane tev bigere, ne bi aqilê komên çekdar û tolrakirinê, gavan biavêje.”

‘SIVÎL DI NAVA AGIRÊ ÇEKDARAN Û METIRSIYA GIRTINA RÊYAN DE NE’

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenan Arîn Nîrsîs Qesebyan jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk hewl didin peymana di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz de têk bibin. Divê yekser rê û dergehên sivîl tê re diçin û tên, vekirî bimînin. Bi taybet li pêşiya kesên nexweş û ji bo dermankirinê berê xwe didin Şamê. Tu gunehê sivîlan tune ne, werin kuştin û revandin. Divê bendên kontrolê yên ewlehiya rêwiyan biparêzin, werin danîn.”

‘DEWLETA TIRK ALOZIYÊ KÛR DIKE’

Hevserokê Meclisa Ermenan a Hesekê Fayîz Hisên helwesta xwe der barê mijarê de wiha derbirî: “Ev binpêkirin bi zanebûn ji aliyê hikumeta veguhêz ve pêk tên. Armanca wan aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin. Tundiyê li dijî QSD’ê zêde bikin. Dewleta Tirk piştgiriya komên çekdar ên van kirinan pêk tînin, dike. Bi vê yekê dixwazin diyar bikin herêmên Rêveberiya Xweser ne aram in.”

Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku binpêkirin û koçberkirina li hejmarek herêmên Sûriyeyê pêk tên, bi serkêşiya dewleta Tirk bi rê ve diçe û bang li civata navneteweyî kir ku li kêleka pêkhateyên rastî komkujî û binpêkirinan tên, bisekinin.

(dc)

ANHA