‘Sîstema navendî li dijî pirrengiya li Sûriyeyê ye’

Hevserokê Desteya Ol û Baweriyan Îbrahîm El Mihemed diyar kir ku sîstema navendî li dijî nirxê parastina mafên mezheb, ol û neteweyên li Sûriyeyê ne û got divê destûreke ku mafên hemû pêhateyan biparêze û taybetmedniyên wan ên çandî, olî û neteweyî dabîn dike, were esasgirtin.

‘Sîstema navendî li dijî pirrengiya li Sûriyeyê ye’
17 cotmeh, 2025   03:45
TEBQA

Sûriye bi pirengiya xwe ya civakî tê naskirin. Gelek netewe, ol û mezheb di nava dîroka demdirêj de bi hev re dijîn. Ereb, Kurd, Tirkmen, Asûr, Ermen û Suryan û misilman, xiristiyan, cihû û êzidî lê dijî.

Hevserokê Desteya Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Mihemed têkildarî mijarê axivî û got: “Çanda li Sûriyeyê 7 hezar salî ye. Vê dîroka dirêj pirrengiya berfireh a mezhebî, olî û neteweyî bi xwe re anî. Vê pirrengiyê jiyana hevbeş û aştiya civakî ya di navbera pêkhateyan de lawaz nekir, lê têkiliyên civakî û aborî yên di nava pêkhateyan de xurttir kirin.”

El Mihemed da zanîn ku kîndarî, cudaxwazî û hewldanên derxistina tevliheviyê di navbera mezheb, ol û neteweyên li Sûriyeyê de dûrî çanda civaka Sûriyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Ev di çarçoveya stratejiyên dixwazin civaka Sûriyeyê ji hev bixin, pêk hatiye. Bi rêya meydaya dijîtal dixwazin civakê berdin hev. Ev di xizmeta hêzên derve de pêk tê. Hevgirtina gelê Sûriyeyê û zanebûna wê hişt rêyeke sînordar ji çanda kîndarî û tevliheviyê re were hiştin.”

El Mihemed bi bîr xist ku dewleta neteweyî ya navendî li dijî mafên netewe û mezheban e û wiha derbirî: “Sîstema navendî xwe dispêre xeta neteweyî û hewl dide hemû pêhateyên din tune bike. Wan di nava neteweya sereke de tune dike. Ev li dijî pirrengiya civaka Sûriyeyê ye. Netewedewlet nikare mafê civaka biparêze. Ji ber ku ew xwe dispêre yek nasname, yek ol û yek neteweyê. Ev sedema sereke ya hilweşîna dewleta Sûriyeyê ye. Ev bû sedema nakokiya di navbera pêkhateyan de.”

El Mihemed projeya Rêveberiya Xweser bi bîr xist û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser anternatîfa sîstema berê ye. Ew xwe dispêre jiyana hevbeş û aştiya navxweyî ya di navbera hemû pêkhateyan de. Di heman demê de di rêya sîstema hevserokatiyê, wekheviya zayendî ya di navbera jin û zilaman de çêdibe. Ev proje nûnertiya pirrengiya li Sûriyeyê dike.”

Hevserokê Desteya Ol û Baweriyan Îbrahîm El Mihemed wiha lê zêde kir: “Gelê Sûriyeyê dizane ku ne mimkun e Sûriye vegere wekî berê. Sîstema ewlekarî ya navendî nema bi kêr tê. Tekane rêya çareseriya aloziya li Sûriyeyê bi dan û standina di navbera gelê Sûriyeyê de ye. Divê zemîna dan û standina hemû aliyan were avakirin. Destûreke demokratîk ya nû were pratîzekirin. Di wir de şeklê rêveberiyê û siberoja dewlet û civaka Sûriyeyê were nîşandan.

(dc)

ANHA