Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin

Li taxeke bajarê Girkê Legê jinek serkêşiya insiyatîfa civakî ya paqijkirina bi komî dike. Di encamê de baldariya civakê bi paqijiya hawirdorê zêde dibe, her wiha rihê berpirsyariya şêniyan mezin dibe.  

Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
Bi însiyatîfa civakî çanda paqijiyê bi pêş dixin
17 cotmeh, 2025   07:30
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên Komîna Şehîd Mihyedîn a Girkê Legê ya kantona Cizîrê, li gorî bernameya jina bi navê Enûd Mehmûd ji bo paqijiya taxê daniye, tev digerin.

Enûd Mehmûd 62 salî ye, heta asta amadeyî xwendiye. Zewicî ye û di Komîna Şehîd Mihyedîn de cih digire. Ji zaroktiya xwe ve li ser çanda paqijiyê mezin bû, her dem paqijî wek berpirsyarî didît.

Dema Enûdê dît qirêjî li taxê çêbû, bernameyek paqijiyê danî. Di encamê de kolan û derdora xaniyan tên paqijkirin, çop di saetên diyarkirî de tê komkirin. Dema karmendên şaredariyê tên, tûrên gemarê radestî wan dikin.

Hemû şêniyên taxê beşdarî vê bernameyê dibin. Derdora malên xwe û kolanan pak dikin. Kesên sîstema wan binpê dikin, hişyar dikin. Kesên nû têne taxê jî hişyar dikin û ji wan dixwazin tev li însiyatîfa wan bibin.

Enûd Mehmûd der barê mijarê de axivî û got armanca wê pêşxistina berpirsyariya civakî ya paqijiyê û xweşikikrina taxê ye û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de paqijiya hawîrdorê ji bo jiyana me girîng e. Ya girîng jî girêdana civakî ya di navbera şêniyên taxê de bi pêş dikeve, ev dihêle karê komî û têkiliya civakî mezin bibe.”

Enûd ê da zanîn ku çanda paqijiyê di zaroktiyê de fêr bûye û wê ev çand daye zarokên xwe jî.

Enûdê da diyarkirin ku paqijî ne tenê erka şaredariyan e û wiha dom kir: “Parastina taxê erka hemû beşên civakê ye. Divê em taxên xwe paqij bikin. Paqijî ne tenê erka şaredariyê ye. Di serî de erka me ye.”

Enûd ji derveyî taxê cihê xwe di hemû hemle û kampanyayên li bajarê Girkê Legê yên ji bo paqijiyê de digire.

(dc)

ANHA