Şîrovekarekî siyasî: Şerê li gundewarê Helebê bi armancên Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Şîrovekarê siyasî yê Sûriyeyî Mihemed Îsa destnîşan kir ku li pişt êrişên çeteyan ên li dijî gundewarê Helebê armancên dewleta Tirk a dagirker hene. Nexasim ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze pêvajoya nêzîkbûna ji hikumeta Şamê bi awayekî bi lez were pêkanîn û dixwaze çavnebariya xwe ya kevin a dagirkirina Helebê pêk bîne.

Şîrovekarekî siyasî: Şerê li gundewarê Helebê bi armancên Tirkiyeyê ve girêdayî ye
29 mijdar, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA HEBÎB

Çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” (Cebhet El Nusra ya berê) li dijî nuqte û baregehên hêzên hikumeta Şamê yên gundewarê Heleb û Idlibê êrişan pêk tînin.

Di saetên pêşîn ên piştî êrişan de, çeteyan ragihand ku wan gelek gund û bajarokên gundewarê Helebê ji hêzên hikumeta Şamê girtin û ji rêya Heleb – Şam û ji bajarê Helebê nêzîktir bûne.

ˋBÛYERÊN BAKUR Û BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ NEˊ

Şîrovekarê siyasî yê Sûriyeyî Mihemed Îsa der barê mijarê de wiha axivî: “Şer û pevçûnên li gundewarê Helebê bi bûyerên başûrê Sûriyeyê û şerê Îsraîl û Îranê ve girêdayî ne. Ev jî berovajî hewldanên Tirkiyeyê yên bilezkirina pêkanîna nêzîkbûnê bi Şamê re ye û dijberî helwesta Rûsyayê ya temamkirina vê nêzîkbûnê ye."

Îsa wiha domand: “Tirkiye hewl dide bi vê yekê zextê li hikumet Şamê bike da ku pêvajoya nêzîkbûnê bi lez pêk bîne. Nexasim ku Şam li hemberî vê pêvajoyê sarbûnekê nîşan died. Ev jî li xweşiya Enqereyê neçû û neçar bû ku kartên xwe yên hêzê bi kar bîne.”

Îsa diyar kir ku dibe ku Îran li dijî hikumeta Şamê hevkariya Enqereyê bike û got: “Di lûtkeya Riyadê de hat dîtin ku Şamê xwe ji gelek mijarên şerê dawîn dûr dixist û xwe dida aliyekî. Ev jî ji bo Îranê wiha hat fêmkirin ku Şam dixwaze ji tewereya wê derkeve. Hemwextî wê Îran ji Tirkiyeyê ku hevkara xwe ya veşartî, rastîn û Îslamî ye, nêzîk bû û xwest bi vê yekê hikumeta Şamê ji ber xwedûrxistina ji şerê Îranê yê li Xeza û Lubnanê, ceza bike.”

Îsa wiha li gotina xwe zêde kir: “Dibe ku Enqereyê fêm kiriye ku şerê li herêmê hîn bi dawî nebûye û parçebûna Sûriyeyê dê di rojên bê de were kirin. Ji ber wê jî xwest para we li ser hesabê rejîmê ku di vê mijarê de lewaz e, nexasim li Helebê, zêde bike. Ev çavnebariya berê ya Tirkiyeyê ya xwe dispêre Mîsaqa Millî ya Osmanî hîna nesekiniye.”

ˋÊRIŞ, BI KÊŞEYÊN DIYALOGÊ YA DI NAVBERA ŞAM Û ENQEREYÊ DE GIRÊDAYÎ YEˊ

Îsa destnîşan kir ku ev êriş û pevçûn bi astengiyên diyaloga di navbera desthilatên Sûriyeyê û hikumeta Enqereyê de girêdayî ye û got: “Erdogan banga pêkanîna diyalogekê bi hikumeta Şamê re dikir, nexasim ku gelek caran gotibû ku piştî ku şerê Îsraîlê derbasî Şamê bibe, qonaxa piştre Enadol e. Di vê diyalogê de Enqere dixwaze Şamê li kêleka wê li dijî QSDˋê bisekine, lê belê dibe ku Şamê jê re ne amade be."

ˋLIHEVKIRIN LI BER DERIYÊ TÊKÇÛNÊ YEˊ

Şîrovekarê siyasî Îsa diyar kir ku di van pêşdeçûnên ji nişka de, Rûsya keta nava rewşekî nebaş, her wiha dibe ku rewşa lihevkirinên bi Îran û Tirkiyê re di Astana ya dawî de û mijara ˋHerêma Bêçekˋ de çêbûne, li ber têkçûnê bin. Ji ber wê jî dibe ku siyasetên Rûsyayê yên li herêmê werin guhartin û Rûsya ji koalîsyona Îslama siyasî ya Tirkî – Îranê derkeve. Eger Rûsya ji vê koalîsyonê derkeve ew ê bi Îslama siyasî re ku ji Rûsyayê re metirsiyeke mezin e, bikeve şerekî kûr.”

(mh/fr)