Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku hatiye avakirin mekanîzmeya avakirin û pêkhatina meclisê aşkera kir û diyar kir ku meclis ji tevahî ol û baweriyan hat avakirin.

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da
28 mijdar, 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ol û Baweriyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî avakirinê daxuyaniya xwe ya yekemîn da.

Meclisê di daxuyaniyê de mekanîzmeya avakirinê, pêkhatina meclisê û armanca wê aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê de di civînê de nûnerên ji tevahî ol û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Weke Kongreya Îslama Demokratîk - Meclisa Dêran ên Cizîr û Firatê - Dêra Încîlî ya Yekbûyî - Hozeya Zerdeştî - Ola Êzîdî - baweriya Elewî û taîfeya Îsmaîlî.

Di daxuyaniyê de teqezî bi girîngiya bidawîkirina nijadperestî, neteweperestî û olperestî û rûniştandina çanda diyalogê û jiyana hevbeş hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meclisê de 9 endamên ku nûnertiya olan dikin hene, nûnereke jinan jî heye. Her wiha kMehmûd Yûsif wekî şêwirmendê meclisê hat hilbijartin.

(mh)

ANHA