ˋPKK’ê modela demokratîk a aştî û aramiyê pêşkêş dikeˊ

Şêniyên bajarên Til Temir, Hol û Şedadê yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku damezirandina PKK’ê ji bo gelên bindest vejandina jiyaneke birûmet û azad bû. Şêniyan diyar kir ku PKK’ê roleke girîng di xurtkirina nirxên neteweya demokratîk û biratiya gelan de lîst û modela demokratîk a aştî û aramiyê pêşkêş dike.

ˋPKK’ê modela demokratîk a aştî û aramiyê pêşkêş dikeˊ
29 mijdar, 2024   07:10
HESEKÊ

Bi deh hezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) (27’ê Mijdarê) bi coşeke mezin pîroz kir û got partiyê di kûrkirina pransîbên jiyana hevbeş û projeya neteweya demokratîk li herêmê de, roleke mezin lîst.

TIL TEMIR: DAMEZIRANDINA PKK’Ê DI DÎROKA GELÊN BINDEST DE GUHARTINEKE MEZIN BÛ

Şêniyên bajarê Til Temir ê kantona Cizîrê destnîşan kir ku damezirandina PKK’ê guhartineke mezin di dîroka gelên bindest de pêk anî, nexasim ku partiyê nirxên azadî û rûmetê pêş xistin û ji gelek pêkhateyan re bû hêviya xelasî û rizgariyê.

Welatî Mihemed Nûr El Ehmed destnîşan kir ku PKKˋê ne tenê ji bo bidawîkirina zilmê ne li ser Kurdan hat damezrandin, lê belê ji bo tevahî gelên blindest hat damezrandin.

El Ehmed diyar kir ku PKK’ê di şerê Filistînê de zêdetirî 12 şehîd li keleha Şiqeyêf dan ku bi vê yekê piştgirî dida dozên rizgariyê yên cîhanê û got: “PKKˋê li ser nirxên neteweya demokratîk û biratiya gelan ên ji berhemên fikrên Rêber Abdullah Ocalan rabû.”

Welatî Nûhat Şindî destnîşan kir ku berî damezirandina PKK’ê gelê Kurd li ber windakirin û jidestdayîna nasname û çanda xwe bû, lê belê PKK’ê hêviya jiyaneke baştir da gelê Kurd.

Nûhat Şindî destnîşan kir ku PKK’ê modela biratiya gelan û jiyana hevbeş bi rêya projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir.

Welatî Xelîl Xilo der barê heman mijarê de diyar kir ku felsefeya PKK’ê xwe dispêre wekheviya gelan û biratiyê, nîşana wê jî serkeftina projeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevlêbûna ciwanên pêkhateya Ereb ên ji Reqa, Minbic û Dêrazorê li nava partiyê ye.

HOL: PKK’Ê MODELA DEMOKRATÎK A AŞTÎ Û ARAMIYÊ YE

Li bajarê Hol şêniyan spasiya xwe ji fikrên PKK’ê re nîşan da ku bi saya wan pirsgirêkên asteng ên herêmê tên çareserkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Holê Xade Ebdulcadir destnîşan kir ku ji destpêka damezirandina xwe ve, PKKˋê hewl died dozên herêmê bi tevanî ne tenê doza Kurdî, çareser bike.

Rêveberê Meclisa bajarê Holê Şahîn El Heran li ser girîngiya rûniştandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan di civakeke hevgirtî de anî ziman û diyar kir ku PKK’ê rihê jiyanê yê gelên bindest e.

ŞEDADÊ: PKK’Ê JI BO MISOGERKIRINA RÛMETA GELAN FEDAKARIYÊN MEZIN PÊŞKÊŞ DIKE

Li bajarê Şedadê welatiyan rola PKK’ê di xurtkirina projeya Rêveberiya Xweser de silav kir.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dixêm diyar kir ku damezrandina PKK’ê têgîneke nû ya biratiyê di nav gelan de xurt kir û roleke mezin di pêkanîna jiyana hevbeş de lîst.

El Dixêm bal kişand ser fedakariya gerîla ya ji bo misogerkirina azadî û rûmeta gelan û got: “Gerîla modela berxwedan û têkoşînê temsîl dike.”

Rêveberê Nivîsgeha Parastina Cewherî Yasir El Ebas teqezî bi xweparastinê li ser şopa fikrên PKK’ê da û got: “Şopandina vê rêbazê civakeke zanatir ku bikare êrişên derve têk bibe, ava dike.”

(mh/fr)

ANHA

til temir