PYD li Şamê bû

Şandeyek PYD’ê roj beriya niha li Şamê bû. Hevdîtina şandeyê a bi Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Hikûmetê re derket pêş, lê bi gelek derdorên cuda re danûstendin hatine kirin.

PYD li Şamê bû
16 gulan, 2026   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê PYDˊê Xerîb Hiso, Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDˊê Sema Bekdaş û Silêman Ereb û endamên Meclisa Giştî ya PYDˊê Sureya Mustafa û Hesen Ebdullah roja 13’yê Gulanê li Şamê bûn. 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên PYD’ê hatine wergirtin, di plansaziya şandeyê de gelek serdan û hevdîtin hebûn. Lê hevdîtina wan a bi Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya hikumeta demkî re derket pêş.

Tê gotin ku Sekreteryaya Giştî ya Karûbarên Siyasî girêdayî Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ye û roleke girîng dilîze. Bi gotineke din wekî saziya şêwirmendî, perspektîfê ye û gotina wê fermî nebe jî, weke biryarekê cih digire.

Di 21’ê Nîsanê (2026) de şandeyek ji Sekreteryaya Giştî hatibû Qamişlo û bi PYD’ê, Kongra Star û çend partiyên din re hevdîtin kiribûn.

Li gorî agahiyan di van hevdîtina de rayedarên PYD’ê jî diyar kiribûn ku ew ê serdana Şamê bikin. Ev hevdîtina PYD’ê ya bi sekreteryayê re jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye.

Çavkaniyên PYD’ê diyar kirin ku li ser meseleya Kurd, destûra bingehîn, zimanê Kurdî û entegrasyonê gotubêj hatine kirin.

Aliyekê serdana PYD’ê ya Şamê ku teyisandina wê di ragihandinê de çênebû jî heye. Rayedarên PYD’ê diyar kirin ku li Şamê bi derdorên siyasî, civakî yên Kurd û Ereb, her wiha rêxistinên civakî re jî hevdîtin hatine kirin. Li gorî çavkaniyan PYD wê van hewldanên xwe bidomîne û nîşan bide ku ew siyaseteke tevahiya Suriyeyê hembêz dike û dê xebatên xwe li hemû deveran berfireh bike. 

(a)

ANHA