Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê 4 bendên kotrolê  ve dorpêç kiriye

Nûçegihanê ajansa me bendên leşkerên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê belav in, şopandin. Ew bend nahêlin sotemenî û madeyên tamîrkirinê derbas bin.

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê 4 bendên kotrolê  ve dorpêç kiriye
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê 4 bendên kotrolê  ve dorpêç kiriye
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê 4 bendên kotrolê  ve dorpêç kiriye
Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê 4 bendên kotrolê  ve dorpêç kiriye
7 kanûn, 2023   15:40
HELEB

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 4 bendên hêzên hikumeta Şamê hene û dabeşî du beşan dibin; leşkerî û ewlehî. Ew bend li van cihan hatine danîn; Ewarid, Cezîrê, Eşrefiyê û Benî Zêd.

Ev bend nahêlin madeyên tamîrkirinê, sotemenî, derman û ard derbasî her du taxan bidin.

Di encama dorpêçê de xizmetguzariyên şaredariya gel hatin taloqkirin, li kêlek wê jî hate ragihandin ku jenetorên kehrebê didin her du taxan hate dê sibe bisekinin û rêbazên germkirinê jî tune ne.

(fr)

ANHA