Peymana Lozanê û encamên wê

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Konferansa Kurd ya li Parlamenta Ewropayê (PE) tê lidarxistin de, Peymana Lozanê û encamên wê hatin nirxandin.

Peymana Lozanê û encamên wê
7 kanûn, 2023   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Navneteweyî ya 18’emîn bi sernavê ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ li Parlamentoya Ewrupayê destpê kir. Gelek parlamenter, siyasetmedar, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas û rojnamevan weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Rûniştinên roja duyemîn ên konferansê saet di 09:00 de destpê kirin. Di rûniştinên destpêkê yên 6’ê Kanûnê de li konferansê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst hate kirin.

Kîeser: Lozan bû felaketek

Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn de Peymana Lozanê û encamên wê hatin nirxandin. Ji Zanîngeha Leîpzîgê Nîl Mûtlûer moderatorî ji rûniştinê re kir û ji Zanîngeha Zurîchê Hans-Lûkas Kîeser bi sernvaê ‘Peymana Lozanê: Dîrok û Dewamiya Siyasî’ pêşkêşiyek kir.

Kîeser ku dema encamên Peymana Lozanê nirxand gotina ‘felaketek e’ bi kar anî û anî ziman ku mafên civakên xwecihî di vê demê de hatin avêtin.

Kîeser anî ziman ku Naziyan sûd ji kiryarên dewleta Tirk wergirtin û destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên heyî de Peymana Lozanê heye. Kîeser bi nîşandana nexşeyekê balkişand ser polîtîkayên guhertina demografiya li Kurdistan û Tirkiyeyê û ragihand ku Kurd bi vê peymanê re bêyî bibin xwedî mafê hindikahiyan bûn hindekahî. Kîeser got: “Bi rêya Peymana Lozanê projeya Anatoliyê ya pirrengî hate avêtin; profîleke Tirkiyeyê ya unîter, navendîperest û neteweperest hate afirandin. Naziyan ev yek baş fêhm kirin û sûd ji encamên Lozanê wergirtin.”

Yasîn Sûnca: Mijara Kurd, mijarek navneteweyî ye

Ji Zanîngeha Bîelefeldê Jan Yasîn Sûnca jî diyar kir ku meseleya Kurd di heman demê de ‘meseleyeke aştiyê bê’ ya li herêmê ye û destnîşan kir ku di bingeha vê pirsgirêkê de ‘mêtingerî’ heye.

Yasîn Sûnca da zanîn ku meseleya Kurd di heman demê de meseleyeke navneteweyî ye û destnîşan kir ku di dîrokê de timî neheqî li Kurdan hatiye kirin. Sûnca got; “Eger berxwedana we jî tê cezakirin, hingî her kêlî neheqî ye.” Her wiha bal kişand ser xistina navê PKK’ê li lîsteya rêxistinên terorê. Sûnca got: “Kurd li hemberî cîhana rojava şer nakin, ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

Dîcle: Di kodên dewleta Tirk de neçareserî heye

Pêşkêşiya dawî ya panela destpêkê ji aliyê rojnamevan Amed Dîcle ve bi sernavê ‘Ewropa û Pirsgirêka Kurd: Berpirsyariya Dîrokî û Bendewarî’ hate kirin. Amed Dîcle bi Kurdî pêşkêşiya xwe kir û bal kişand ser sedsaleke bi înkar û îmhakirina Kurdan derbas bû.

Amed Dîcle got: “Kurdên ku îro nifûsa xwe zêdeyî 40 milyon mirovî ye, weke gelê herî mezin ê bêdewlet hebûna xwe dewam dike. Di encama têkoşîneke demdirêj de bûye aktorekî polîtîk. Di kodên dewleta Tirkiyeyê de çareserî nîne, bêçareserî heye.”

Amed Dîcle işaret bi pozîsyona Kurdan a di şerê navxweyî yê Sûriyeyê û destketiyên Kurdan kir û wiha pê de çû: “Peymana Rojava ango Destûra Bingehîn a Rojava tiştekî welê ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin. Ji bo gelan, ji bo demokrasiyê pêşnûmeyek ji vê baştir nîne.”

Konferans dewam dike.