Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya dawîn qedand. Komîteyê reşnivîsa hevpeymanê ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir. Çaverê ye di çend rojên bê de were erêkirin.

Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî amade bû
7 kanûn, 2023   16:06
REQA

Di 2 salên dawîn de Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek civîn ji xelk û pêkhateyên herêmê re li dar xistin. Komîteyê civînên xwe îro qedandin. 

Di civîna dawîn de ku li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket, 158 endamên Komîteya Berfireh a hevpeymanê tev li civînê bûn. Komîte ji siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê yên Ermen, Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, Asûr û Çerkes pêk tê.

Di civînê de 99 xalên hevpeymanê hatin nîqaşkirin. Forma wê ya dawîn hate danîn.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Berfireh a hevpeymanê Îmad El Keraf got: “Me di civînê de ku 4 rojan berdewam kiriye, nêrîn û pêşniyarên gel nîqaş kirin ku bingeha hevpeymana civakî ne. Di dawiyê de forma hevpeymanê hazir bû û reşnivîsa wê ji Meclisa Giştî re hate pêşkêşkirin, ji bo ku erê bike.”

(şx)

ANHA