Bi semînerekê tundiyê li dijî jinan û derketina li hember wê hate vegotin

Bi boneya 25`ê Mijdarê Navenda Jineolojiyê ya li Hesekê der barê bingeha dîrokî û civakî ya tundiya li dijî jinan, şêwazên tundiyê yên diyar û veşartî, bandora kevneşopê û medyaya dijîtal a li ser rewşa jinan û azadiya wan, semînerek li dar xist.

24 mijdar, 2026   14:09
HESEKÊ

Navenda Jineolojiyê bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li navenda Kongra Star a li bajarê Hesekê, bi beşdariya bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û tevgerên jinan semînerek li dar xist.

Semînerê bi axaftina berdevka Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman dest pê kir. Nahidê da zanîn ku divê ji bo derketina li hemberî hemû cureyên tundiyê û zilma ku li jinan tê kirin, xebateke hevbeş bê pêkanîna û wiha dom kir: “Divê em bi yek dengî ji bo rawestandina zilmê bang bikin, ji bo domandina rêya şehîdên xwe jî soz didin ku em ê ji bo pêkanîna wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Endama Navenda Jineolojiyê Nezha Dahir semîner pêşkêş kir û wiha anî ziman: “Desthilatdarî bi guhertina zîhniyeta civakî ya mirovan dest pê kir û hişt di nava civakê de zilm û tundî derkeve, desthilat ji bo xwegihandina berjewendiyên xwe tundî bi kar anî, tundî jî bi bawerî, ol û saziyên ku birêvedibir girê da, ev gav ji bo tesbîtkirina serdestiya xwe avêt, paşê tundî bi nasnameya jinan ve girê da.”

Nezha Dahir da zanîn ku tundî ne tenê tişta ku tê dîtine, ew li pey kiryarên ku desthilat di malbat, sazî, bername û reklaman de dike veşartî ye û wiha anî ziman: “Tundî wekî tişta ku tê dîtin tê pênasekirin, bawerî tê kirin ku tundî ji nişkave winda dibe, lê em îro li beramberî pirsgirêka tundiya veşartî ku li sazî û qadên cuda de tê kirin in, jinan bi meseleyên atifî ve girê didin, rola wê tenê di rakirina barê giran û nerawestandina li beramberî tundiyê de dibînin.”

Nezha Dahir behsa bandora pêşketina teknolojî û medyaya dijîtal li ser jinan kir û destnîşan kir ku ev qad derfetek nû da, lê di qadê de pirsgirêk jî hene, jin ji ber zextên civakî, ji xweîfadekirinê û gotina nerîna xwe ditirse.

Der barê rêbazên derketina li hemberî van kiryaran de Nezhayê diyar kir ku divê dîroka jinan û rola wê di seranserî dîrokê de bê lêkolînkirin, her wiha rola wê di pêşxistina çandinî û tenduristiyê de jî, ji bo wê jî pêdivî bi xebatên aşkerekirina rastiya jinan heye û got: “Ji bo naskirina kiryarên ku li hemberî jinan tên, divê gotina `çima` her li ser zimanê jinan be.”

Piştre senîvizyonek girêdayî pêşandan hemû cureyên tundiya li dijî jinan hat pêşkêşkirin.

Semîner bi pêşandana şanoya “Avaşîn” a ku ji hêla Koma Darsî ya girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn hatiye derxistin bi dawî bû.

(sb)

ANHA