NY: Sala 2025`an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2025`an de li seranserê cîhanê 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê dost an jî endamên malbatê ve hatine kuştin.

NY: Sala 2025`an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin
24 mijdar, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Yekîneya Jin a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Ofîsa Sûc û Narkotîkê ya NY'yê (UNODC) a ku hate weşandin, daneyên dawî yên têkildarî kuştina jin û zarokên keç a bi destê xizmên xwe ve neguherîn, salên dawî ev hejmar di navbera 45 hezar heta bi 51 hezarî de bû, hate ragihandin ku sala 2025'an nêzî 47 hezar jin û zarokên keç hatin kuştin.

Di raporê de hate aşkerekirin ku di nava salê de li seranserê cîhanê bi giştî 78 hezar carî hewl hate dayîn ku jin bêne kuştin û ji sedî 60 van hewldanan ji aliyê dost an jî endamên malbatê ve hate kirin.

Rapor li gorî analîza daneyên ji 122 welat û herêman hatiye amadekirin, li gorî raporê ji sedî 19 qurbaniyên cînayetên li cîhanê jin e, hate ragihandin ku ji sedî 60 jinên hatin kuştin li nava malê jiyana xwe ji dest dane.

Herî zêde li parzemîna Efrîkayê jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin, li herêmê 22 hezar 100 bûyer qewimîn. Piştî Efrîkayê li Asyayê 15 hezar 100, li parzemîna Emerîkayê 7 hezar û 400, li Ewropayê 2 hezar û 100 û li Okaynûsê jî 300 bûyer qewimîne.