Koçberên ji Efrînê: Em dixwazin bi hêza xwe ya parastinê re vegerin Efrînê

Koçberên ji Efrînê ku li Kobanê di nava şert û mercên zehmet de ne, dibêjin ew tevî hemû êş û astengiyan jî dixwazin dagirkerî ji Efrînê derkeve û bi hêza xwe ya parastinê re vegerin cih û warên xwe.

Koçberên ji Efrînê: Em dixwazin bi hêza xwe ya parastinê re vegerin Efrînê
29 mijdar, 2025   05:05
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi hezaran kes û malbatên ji Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hatine koçberkirin. Der barê koçberiyê û vegera li Efrînê de koçberên ji Efrînê nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.

Ehmed Mistefa Mûsa dibêje ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan wê, ew ji warê xwe derketin û got: “Me berê xwe da Şehbayê û em li wir bi cih bûn. Li wir jî me 8 salan êş û zehmetî kişand. Lê me nizanibû ku careke din jî êşan bibînin. Em du caran koçber bûn. Dagirkeriyê êşa herî zehmet bi gelê Efrînê da kişandin.”

Mûsa diyar kir ku di 8’ê Kanûna 2024’an de dema ku rejîma Baasê hilweşiya, hêviyeke zêdetir di dilê koçberan de çêbû ku bikarin vegerin cih û warên xwe û got: "Piştî hilweşandina rejîma Baasê, hikumeta veguhêz hat ser hikum, lê me dît ev hikumet jî ji rejîma Baasê xirabtir e. Di 10’ê Adarê de di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de peymanek hat çêkirin û xalek di peymanê de hate îmzekirin ku hemû koçber vegerin cih û warên xwe. Wekî em dibînin heta niha pêk nehatiye. Daxwaza me tenê vegera li Efrînê ye.”

Luqman Caro jî anî ziman ku piştî ku şer bi dawî dibe, peyman çêdibin û wiha got: “Cîhan hemû dibîne ku koçber hê jî di zehmetiyan de dijîn, lê heta niha her kesî xwe bê deng kir. Divê êdî her kes bi êşa koçberan bihese û çareseriyekê bibîne ku hemû koçber vegerin warên xwe û li ser axa xwe.”

Caro wiha lê zêde kir: "Çi dibe bila bibe, em ê bi hêza xwe ya parastinê re vegerin cih û warên xwe. Dixwazin dagirkerî ji Efrînê derkeve ku em vegerin Efrîna me ya rengîn. Em ê vegerin Efrînê, lê bi hêza xwe re. Hêza me nasnameya me ye. Em Efrîneke azad, demokratîk û aram dixwazin, ne Efrîneke dagirkirî.”

ANHA