Şêwekar Enwer Reşîd wefat kir

Şêwekar û peykersazê sûriyeyî Enwer Mehmûd Reşîd wefat kir.

Şêwekar Enwer Reşîd wefat kir
18 tîrmeh, 2026   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Şêwekarên Siwêdayê ragihand ku şêwekar û peykersazê sûriyeyî Enwer Mehmûd Reşîd piştî rêwîtiyeke hunerî ya bi dehên salan, koça dawî kir. Yekitiyê diyar kir ku Enwer Mehmûd Reşîd yek ji navên girîng di qada şêwekariyê li Sûriyeyê de ye û mohra xwe li qada peykersazî û wênexêziyê xist.

Enwer Reşîd sala  1960‘î li Siwêdayê jidayik bû. Di sala 1963‘an de ji beşa peykersazî ya fakulteya hunera bedew a Zanîngeha Rojava derçû. Mamostetiya hunerê kir û nifştek ji şêwekaran ava kir. Di peymangeha Wênesazî û Hunera Şêwekarê de mîsyonên îdarî û fêrkirinê wergirt.

(bb)