Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir

Di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jinan di hemû qadan de rêxistin û saziyên xwe ava kirin û bûn hêzên bingehîn ên şoreşê. Bi sîstema hevserokatiyê, jinan di rêvebirin û biryardanê de li ser bingeha wekheviyê cih girt û her wiha YPJ damezirand.

Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
Şoreşa 19'ê Tîrmehê modela birêxistinbûna jinan ava kir
19 tîrmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Şoreşa 19’ê Tirmehê veguherî yek ji rabûnên herî kûr ên li dijî sîstemên mêtinger, dewletperest ên hezaran salî. Azadiya jinan li navenda şoreşê hate bicihkirin û wek mifteya veguherîna civakî hate dîtin. Ev polîtîka, parastin, siyaset, aborî, perwerde û ekolojî bi têkoşîna jinan hate hûnandin. Jin bûn hêmana esasî ya ku biryarê dide û rê nîşan dide.                                                                                                                                          

Di vê qonaxê de rola jinan bi xebatên xwe yên di milê leşkerî, siyasî, sazîbûn, civakî û îdarî de roleke ciyawaz lîst, beşdarî cihê biryardayînê bû, ev bû sedem ku şoreş bi navê “Şoreşa Jinan” bê naskirin. Di nava qadên şoreşê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” rola jinan û qedrê wan ê di civakê de geş kir.

JI RÊVEBERÎ Û BIRÊXISTINKIRINÊ

Di hêla îdarî û rêxistinî de li herêmên Rojava bi derketina şoreşê jinan bi awayekî berfireh di komîn, meclisên tax, bajar û kantonan, meclisên rêveber û zagonsaz û saziyên edaletê yên rêveberiya herêmê beşdarbûneke çêker pêk anîn. Di her yekîniyeke îdarî de bi armanca pêşxistina hebûna jinan û parastina mafên wan komîteyên taybet bi jinan hatin avakirin.

Saziyên Rêveberiya Xweser bi pergala hevserokatiyê ya ku ji hebûna jin û mêrekî di cihê biryardayînê de pêk tê, tê birêvebirin. Ev yek bi armanca pêkanîna hevsengiya rêveberiyê û bandora yek alî ya ne li gorî berjewendiyên gel di biryargirtinê de çêdibe. Ji bo geşkirina beşdariya jinan di warê îdarî û rêxistinî de jî, di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de sîstema kotayan a ku temsîla jinan di saziyan de divê ji sedî 50 be wekî xalek hate bicihkirin.

SAZÎ Û RÊXISTINÊN JINAN

Bi berfirehbûna beşdariya jinan di saziyan re, li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmarek ji sazî, rêxistinên jinan yên ku parastina mafê jinan û rola wan a di deverên cure be cur de hatin damezrandin.

Yek ji wan dezgehan jî Kongra Star e, ew bi navê “Yekîtiya Star” sala 2005`an hate avakirin, bi pêşxistina xebatê re ew yekîtî di 25`ê Sibata 2016`an de bi rêya kongreyeke ku 2 rojan berdwam kir navê xwe kire Kongra Star.

Kongra Star di demekê de ku li herêmê Yekîtiya Jinan a di bin sîwana Partiya Baas a Sûriyeyê ya hilweşyayî hebe hate avakirin, yekîtiya di bin sîwana Baas`yan de xwe wekî rêxistineke taybet bi jinên li Sûriyeyê dida nasandin, lê Kongra Star wê xebatên yekîtiyê tenê ji bo propogandaya hişmendiya partiyê bêyî ku dozên girêdayî bi mafê jinan çareser bike, didît.

Kongra Star bi armanca bilindkirina asta hişmendiya fikrî û civakî ya jinan, destekdayîna wan a ji bo ku daxwaza mafê xwe bikin xebatê dide meşandin. Xebatên kongreyê rastî astengiyên girêdayî kevneşopiya paşverû û baviksalarî ya di civakê de dihat.

Di sala 2011`an de yekemîn mala jinan ji bo pêşkêşkirina xebatên têkildarî pirsgirêkên malbatî, parastina mafê jinan, pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî û civakî hate vekirin. Mala jinan beşek ji xebatên xwe di saziyên edaletê de jî pêk dianî.

Sala 2014`an de Desteya Jinan hate damezrandin, erka desteyê rakirina berpirsyartiya danîna xal û bernameyên girêdayî parastina mafê jinan û pêşxistina beşdariya wê di civakê de pêk tîne. Qanûnên taybet bi jinan çêkirin û di nava desteyê de nivîsgehên parastina jin û zarokan, malên ji bo jinên rastî tundî û kuştinê hatine, nivîsgeha piştgiriya derûnî hene.

Ji mijarên ku di vê çarçoveyê de hatin birêxistinkirin, gundê Jinwar e. Jinwar di sala 2017`an de dest bi avakirina wê hate kirin û bi awayekî fermî di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê 25`ê Mijdara 2018`an hate vekirin. Jinwar yek ji tecrubeyên ku kêm an nayê dîtin li Rojhilata Navîn e, ew ji bo jinên ku tundî li wan hatiye kirin ciheke bi ewle ye, li kêlek vê yekê xizmetguzariyên civakî, aborî, tenduristî yên ku dihêle ew bi awayekî serbixwe jiyanekê ava bike, pêşkêşî jinan dike.

Bi pêşxistina tevgera jinan gelek rêxistinên din hatin damezrandin, li Rojava zêdetirî 20 rêxistin û dest ên wekî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2019`an, Meclisa Jinan a Sûriyeyê di sla 2017`an, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan sala 2013`an hatin avakirin, her wiha Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ragihandin Jin (YRJ) jî hene.

LI SER ASTÊN EWLEHÎ Û LEŞKERÎ

Bi zêdebûna êrişên Cebhet El Nusra û çeteyên DAIŞ`ê li ser Rojava, têkoşîna jinan jî derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax hişt ku di pêvajoya parastina herêmê û destkeftiyên ku jinan piştî kiryarên paşguhkirinê bi dest xistine jî gav bên avêtin.

Di vê çarçoveyê de, piştî avakirina tabûr û lîwayên jinan li hejmarek ji bajaran di bin siwana Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG), di 4`ê Nîsana 2013`an de jinan xwe di qada parastin û leşkerî de di bin navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), YPJ`ê ragihand.

Yekemîn akademiya leşkerî ya taybet bi jinan a bi navê Akademiya Şehîd Şîlan li herêma Dêrikê hate damezrandin. Derçûna dewreya yekemîn a akademiyê di 9`ê Gulana 2013`an de pêk hat.

Di dema beşdariya YPJ`ê di eniyên li hemberî êrişan de, şervanên wan Bêrîvan Nûcan di 28`ê Gulana 2013`an û Silava Efrîn di 29`ê Gulanê sala 2013`an de şehîd bûn. Silava Efrîn endama Meclisa Leşkerî ya YPJ`ê bû û ew yek ji beşdarên kongreya damezrîner a YPJ`ê bû.

Di dema îlankirinê de YPJ`ê sala 2013`an di eniyên şer ên li hemberî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, dewleta Tirk, Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê, li Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemîs, Til Birak û Til Temir cih girt. YPJ roleke di pêvajoya parastinê de roleke diyarker lîst û bi hezaran şehîd dan.

Bi êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Kobanê di 15`ê Îlona 2014`an re, YPJ`ê bi awayekî mezin rol lîst, şervanên YPJ`ê Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava çalakiyên fedayî kirin, Zehra Penaber û Evîndar Botan di şer de roleke pêşeng pêk anî.

Beşdariyeke bi vî awayî hişt ku YPJ`ê veguhere sembola berxwedanê û li cîhanê ji bo piştgiriyên wê çêbibe, bû sedem ku jinên ji dewletên cuda jî tevlî nava refên wê bibe, yek ji wan şervana Almanî Îvana Hovman a ku di 7`ê Adara 2015`an şehîd bûye ye.

YPJ li Şengal jî beşdarî eniya şer ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ`ê bû, li wir ji 6 hezar û 417 kesên ku hatibû revandin ji hêla DAIŞ`ê ve, YPJ zêdetirî 3 hezar jin û zarokên Êzdî rizgar kirin.

Her wiha YPJ`ê di hemleyên li dijî DAIŞ`ê yên li Holê, Şedadê, Minbic, Tebqa, Dêrazor û Reqa ya ku DAIŞ`ê wê wekî paytext ji box we didît beşdar bûye. Di salên 2018 û 2019`an de jî YPJ tevlî operasyonên parastinê yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî bûye.

Di nava refên YPJ`ê de şervanên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkumen, Ermen û ..hwd cih girtin. Jinên ji dewletên cuda jî beşdarî nava refên YPJ`ê bûn.

Li beramberî êrişên herî dawî yên li Rojava ku ji hêla komên çekdar ên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî YPJ`ê beşdarî operasyonên parastina herêmê bû. Di çarçoveya parastina destkeftiyên herêmê YPJ şehîd dan, bîlançoya herî dawî ya şehîdên YPJ`ê gihîştiye hezar û 2 şehîd.

SIYASET Û DÎPOLMASÎ

Ev serkeftin hişt ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeê, toreke berfireh a têkiliyan û danûstendin bi alî û dewletên cure be cure ava bike. Di qadên siyasî û dîplomasî de jî hebûna xwe geş bike.

Di vê çarçoveyê de û bi armanca vekirina rêya peywendiyeke raste rast bi hikumet, parlamanto û saziyên navneteweyî re, Kongra Star nivîsgeh û nûnertiya xwe li hejmarek ji dewletan, mîna Lubnan, Başûrê Kuristanê, Misir, Fransa, Almaniya, Belçîka û Amerîkayê vekir.

Şandeyên jinên Kurd bi serokê dewletan, wezîrên karên derve, endamên parlamentoyên li Ewropayê, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtin pêk anîn, di hevdîtinan de dosyayên pêşîgirtina li ber terorê, mafê mirovan, rola jinan di milê xwecihî û herêmî de hatin nîqaşkirin.

Jinên Kurd bi rêya avakirina têkiliyên dîplomatîk û siyasî bi gelek dewletan re, şîrovekirina projeya Rêveberiya Xweser û nerînên wan ên siyasî li Rojava di qada navneteweyî de roleke çêker lîst.

Piştî deh salan ji xebatên siyasî û civakî, Konferansê yekemîn ê jinên Kurd sala 2025`an bi beşdariya 300 nûnerên jin ên partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnamevan, kesayetên ji Heleb û Şamê hate lidarxistin.

Di salên derbasbûyî de dîplomasiya jinan toreke berfireh a têkiliyan bi tevgerên jinan ê herêmî û cîhanî re ava kir, li kêleka vê torê bi akademîsyen, nivîskar, çalakvanên di qadên hiqûqî û çapemendiyê de jî çêkir. Vê gavê piştgiriya gel û ya navneteweyî li hember xebatên jinan zêde kir.

PÊŞXISTINA JINAN DI MILÊ ABORÎ DE

Serhildana jinan di nava şoreşê de bi nerîna ku jin nikarin bêyî serxwebûneke aborî ji desthildariya hişmendiya baviksalariyê rizgar bibin pêk hat, jin hebûna aboriyeke serbixwe yek ji girîngtirîn gavên bidawîkirina rewşa girêdanbûyîna xwe ji kesan, pêşxistina hebûn û rola xwe di civakê de dibîne.

Di vê çarçoveyê de jinan ji bo xwetêrkirinê bi damezirandina kooperatîfan û destpêkirina projeyên çandinî û bazirganiyê yên ku bi rêya jinan tê birêvebirin, nimûneyeke aborî ava kir. ev nimûne bi armanca pêşxistina aboriya jinan û geşkirina wan di sektorên cuda yên berhemdayînê de pêk hat.

Di sektora çandiniyê de jinan ji bo berhemên cuda zeviyên xwedî curyên rengîn wekî genim, kemûn, pempo û nîsk çandin. Ji bo çinîna berhemên sebzeyan di hemû werzan de jî proje vekirin her wiha projeyên perwerdeyê û sewaldariyê jî pêk anîn.

Ji bo dabînkirina pêwîstiyên bazara herêmê, kargehên dirûtinê û yên ji bo derxistina berhemên cilan vekir, dikanîn ji bo kirîna van berheman vekirin. Her wiha kargehên çêkirina madeyên xwarinê û firin jî vekirin. 

Bi damezirandina Rêveberiya Xweser re derfetên kar bi awayekî ber bi çav li pêş jinan hate vekirin, ev hişt ku jin bighêjin serxwebûna xwe ya madî, rê li ber girêdanbûyîna bi aliyê cuda yên di warê aborî de bigire. Baweriya jinan bi wan pêşket, kesayeta xwe pêşxist û di jiyana giştî de jî beşdariya wê zêdetir bû.

Gelek jin projeyên bazirganiyê û xizmetguzariya taybet, wekî dikanên firotina cilan û madeyên xwarinê, sûk, qehwexane û xwaringehên ku ji hêla jinan bi xwe tê birêvebirin vekirin.

EDALETA CIVAKÎ

Xebatên jinan ên di nava şoreşê de tenê di milê xwe yên leşkerî, siyasî û aborî de sînordar neman, ew derbasî aliyên civakî, fikrî û qanûnî jî bûn. ji bo avakirina saziyên parastina mafên jinan û danîna perensîbên wekhevî û edaletê, Jin yek ji endamên çalak yên pêvajoya guhertinê bû.

Di vê çarçoveyê de sala 2011`an li bajarê Qamişlo hate vekirin, piştre ev tecrube derbasî bajarên cuda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bû. Malên jinan yek ji saziyên ku dozên jinan û çareserkirina wan radikir ser milê xwe.

Jinan bi armanca parastina mafê jinan û geşkirina hebûna bi qanûnan, bi rêya komeke ji qanûn û pergalên taybet bi jinan û mafê wan ev rol pêk dianî. Dozên ku di mala jinan de tên çareserkirin yên pirjinî, berdan, rewşa zarokan piştî berdanê, mafên jinan di mîrasê de, zewac û zewicandina di temenê biçûk de ne.

Ew xal di çarçoveya Rêveberiya Xweser wekî gaveke ber bi beşdariya jinan di jiyana giştî de û avakirina civakeke demokratîk a li ser edaleta civakî tê dîtin.

Di milê fikrî de jin nerîna xwe ya ji rola xwe di civakê de bi rêya damezrandin Akademiya Jineolojî ya ku zanista civakî li ser lêkolînên jinan û dozên wan pêş xist. Akademî wekî yek ji bingehîn lingên fikrî yên şoreşa jinan tê dîtin, sala 2015`an xebatên wê di saziyên Rêveberiya Xweser de dest pê kir.

Jineolojî bi armanca ji nû ve xwendina dîroka jinan û cihên wan ên di civakê de derkete holê, ew hişmendî wekhevî û edaletê li hemberî zîhniyeta baviksalarî pêş dixe, perensîbên demokratîk, jîngeh û azadiya jinan di nava civakê de belav dike.

Ev fikir beşeke mezin a azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de, pêşxistina hevkariyê ku civakeke demokrasî û wekheviyê pêk tîne.

DI QADA ÇAND Û HUNERÊ DE

Di milê çand û hunerê de jinan xebatên geşkirina kevneşopa çandî û folklorê, birêxistinkirina çalakiyên çandî yên jinan bi awayekî serbixwe pêk anîn.

Di vê çarçoveyê de sala 2016`an Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê hate avakirin, bi rêya vê tevgerê de jin çand û hunera jinan geş dikin. Di tevgerê de komên muzîk û stranan, komên govendê, komên şano yên ku xebatên girêdayî dozên jinan di civakê de pêkêş dikin, cih digirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn yek însiyatîfên çandî yê diyarker di nava Rêveberiya Xweser de ye, ew bi armanca pêşxistina hebûna jinan di warê çand û hunerê de, rola wê ya parastina mîrateya çandî û beşdariya di derxistina berhemên hunerî de xebatê dide meşandin.

Şoreşa jinan projeya jinan li kêlek warê siyasî, projeyeke çandî û civakî ye û di vê derbarê de Rêber Abdullah Ocalan di yek ji parêznameyên xwe de vê yekê dibêje: “Rejîmê demek dirêj e derfeta ku xwe sererast bike bike, ji dest daye. Ya girîng hebûna şoreşek jinan e ku hemû qadên civakî bigire nav xwe. Çawa ku koletiya jinan şêweyê herî kûr ê koletiyê ye, divê şoreşa jinan jî şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê be.”

XEBAT DIDOMIN

Li kêleka van destkeftiyan jin rastî gelek astengiyan ên ji hêla civakê, zîhniyeta desthildar û baviksalar, adatên ku rê li ber rola jinan digire hat. rewşa tundiya li ser jinan, sûcên kuştina li dijî wê jî dewam kirin. Yek ji astengiyên siyasî û leşkerî yên ku niha tên dîtin jî nenaskirina fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) e.

Tevgerên jinan ji bo pêkanîna xebatên birêxistinkirina jinan di hemû aliyan de bi awayekî serbixwe tevdigerin. Di nava vê xebatê de dixwazin serxwebûyîna jinan a di saziyan de ya ku di salên şoreşê dihat dîtin û niha jî tê dîtin pêk bîne.

Ev astengî piştî hilweşîna rejîma Baas û destpêkirina qonaxa veguhêz jî hîn berdewam dike, nîqaşên têkildarî pêşeroja saziyên jinan û rola wan a bingehîn a di dewleta Sûriyeyê didomin 

Piştî Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de, hîn jî dosyayên ku hîn nehatine çareserkirin jî hene. YPJ`ê yek ji wan dosya ne.

YPJ daxwaza naskirineke fermî di destûra nû ya Sûriyeyê dike, ew dixwaze taybetmendiya wê ya rêxistinî bê parastin. Lê tişta ku hikumeta demkî di vê derbarê de nîqaş dike, rola YPJ`ê li gorî salên şoreşê tê biçûkxistin.

(sb)

ANHA