Semîr Oso: Meşaleya azadiyê ya ku şehîd Xebat hildaye wê li ba bimîne

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê kar û barên herêma Rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî û got "Em meşaleya azadiyê ya ku şehîd Xebat bilind kiriye, li ba bihêlin."

Semîr Oso: Meşaleya azadiyê ya ku şehîd Xebat hildaye wê li ba bimîne
18 tîrmeh, 2026   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê kar û barên herêma Rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) bi boneya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê peyamek li ser hesabê xwe yê X‘ê weşand.

Semîr Elî Oso di peyama xwe de got "Bi boneya salvegera Şoreşa 19‘ê Tîrmehê em bi serbilindahî û wefadarî şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin. Şehîd Xebat Dêrik yek ji wan kesan e ku meşaleya azadiyê hilda û me jî bi kêfaxweş li kêleka wî ew meşale li ba kir."

Semîr Elî Oso diyar kir ku qonaxa heyî berdewma wê têkoşînê ye û got, maşaleya azadiyê ya ku wan ji şehîd Xebat Dêrik wergirtine dê li ba bimîne, bi hêztir û gûrtir bibe û dê mîsyona parastina gel, erd û rûmetê jî berdewam bikin.

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê yê kar û barên herêma Rojhilat Semîr Elî Oso anî ziman ku yekitiya gelê herêmê dê jêdera hêz û berxwedanê bimîne û got, "Soza ku şehîdan re hatiye dayîn dê bimîne û nû bibe. Xwedîderketina li keda şehîdan bi parastina destkeftiyên azadiyê û parastina îradeya gel dibe."

(bb)