Dema Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol diyar bû

Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 10’emîn dê ji 11-16’ê Kanûnê li Hola Zana ya li Qamişlo were lidarxistin.

Dema Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol diyar bû
19 mijdar, 2026   13:21
QAMIŞLO

Di civîneke çapemeniyê de ku îro li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê hat lidarxistin, Gerînendetiya Çandê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 10’emîn dê ji 11’ê heta 16’ê Kanûnê li Hola Zana ya li Qamişloyê were lidarxistin.

Di civîna çapemeniyê de gerînendeyê çandê yê parêzgeha Hesekê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku pêşangeh dê li Hola Zana ya Qamişloyê were lidarxistin. Xelef destnîşan kir ku komîteya amadekar bi armanca berfirehkirina beşdarbûnê û pêşvebirina pêşangehê, vexwendname ji weşanxaneyan ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, beşên Kurdistanê û derveyî welêt re şandine.

Xelef destnîşan kir ku komîteya amadekar a festîvalê ji Gerînendetiya Çandê ya Hesekê, Weşanxaneya Mezopotamyayê û Pirtûkxaneya Şilêrr, li gel hejmareke rewşenbîran pêk tê.

Xelef di dawiyê de diyar kir ku Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûye beşeke bîrdanka civakî, çandî û wêjeyî ya herêmê û berdewamiya wê pir girîng e.

(k)

ANHA