Serokê hikumeta Hemasê di êrişeke Îsraîlê de hate kuştin

Hemasê ragihand ku serokê hikumeta wê yê li Xezayê Îsam El Dealis di êrişeke Îsraîlê de li Xezayê hatiye kuştin.

Serokê hikumeta Hemasê di êrişeke Îsraîlê de hate kuştin
18 adar, 2025   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê îro ragihand ku serokê hikumeta wê ya li Xezayê Îsam El Dealis di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li Xezayê hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê beriya niha ragihandibû ku dê li Xezayê bi tundî êrişî hin deverên Hemasê kiriye.

Televîzyona El Eqsa ya Filistînê ragihand ku hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên vê sibê yên li ser Xezayê de hatine kuştin, gihaştiye 236 kesan.