Iraqê dest bi girtina deriyên sînor ên 'nefermî' kir

Fermandariya Hêzên Pasewanên Sînorê Iraqê ragihand ku ji bo girtina deriyên sînor ên 'nefermî' wan dest bi kar kirine.

Iraqê dest bi girtina deriyên sînor ên 'nefermî' kir
26 mijdar, 2026   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandarê Hêzên Pasewanên Sînor ê Iraqê Mihemed Ebdulwehab Seîd, têkildarî destpêkirina bername û rêkarên ji bo girtina deriyên sînor ên ne fermî, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re axivî.

Mihemed Ebdulwehab Seîd ragihand ku hêzên wan dest bi cihanîna fermana Serokwezîr Elî Zeydî ya ji bo dosya têkoşîna dijî qaçaxçîtiya petrol û girtina deriyên sînor ên ne fermî kirine.

Têkildarî meşandina dosyayê li sînorê Herêma Kurdistanê, Mihemed Ebdulwehab Seîd da zanîn ku hewl û arasteyek ji bo yekxistina navendên birêvebirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê li gel deriyên din ên li Iraqê heye.

Her wiha diyar kir ku erkê hêzên wan parastina xeta sînore, lê kontrol û rêvebirina deriyên fermî yên sînor dibin desthilata Desteya Deriyên Sînorî de ye.

Li ser şêwazê pêkanîn û bernameya kar de Mihemed Ebdulwehab Seîd got: “Fermandariya me hemû sînorên Iraqê li ser 6 herêman dabeş kirine û em wan diparêzin. Li pişt xeta sînor, di nav axa welêt de jî hêzên artêşê, Heşdî Şeebî, polîsên bajaran û pasewanên herêmê cih digirin. Her wiha polîsên gumrikê jî girêdayî fermandariya me ne.”