Îlham Ehmed atolyaya duh a li Efrînê vegot

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed diyar kir ku atolyaya duh li Efrînê bi armanca nîqaşkirina daxwazên şêniyan û rêbazên pêkanîna wan hat lidarxistin.

Îlham Ehmed atolyaya duh a li Efrînê vegot
27 mijdar, 2026   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (26 Mijdar 2026) li bajarê Efrînê atolyayek bi beşdariya siyasetmedara Kurd Îham Ehmed, hejmarek rewşenbîr, rûspî, hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevan hatibû lidarxistin. Civîn bi armanca nîqaşkirina daxwazên şêniyan û pêkanîna wan ji hêla aliyên têkildar pêk hatbiû.

Di atolyayê de geşedanên entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz, rêbazên pêkanîna bendên girêdayî Efrînê yên peyaman her du aliyan, dosyayên girêdayî maf û milkan, dîsa perwerdeya bi zimanê dayikê, rêveberiya xwecih, her wiha mijarên siyasî û hiqûqî yên herêmê hatin nîqaşkirin.

Der barê atolyayê de Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî.

Îlham Ehmed diyar kir ku di atolyayê de rewşa siyasî ya Sûriye û herêmê, pirsgirêka Kurd hatin nirxandin. Her wiha daxwazên şêniyan û rêbazên pêkanîna wan di çarçoveya lihevkirin û biryarên têkildar de hatin nîqaşkirin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku civîn ji aliyê şêniyên Efrînê ve bi armanca ragihandina daxwazên wan ji aliyên têkildar re pêk hat û got: "Civîn ne girêdayî tu aliyekî an partiyekî siyasî bû. Lê bi însiyatîfeke xweser û hewldanên hevpar ên şêniyên herêmê hat lidarxistin."

Li gorî organîzatorên atolyayê, hemû beşdar bi navên xwe vexwendnameyên şexsî wergirtine û ne wekî nûnerên partî an saziyên siyasî beşdar bûne.

Beriya çend rojan şêniyên Efrînê bi daxuyaniyekê daxwazên xwe yên maf, milk, perwerdeya bi zimanê kurdî, beşdariya şêniyên herêmê di rêvebirina kar û barên xwe, parastina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê hin mijarên din ên ku divê werin çareserkirin, anîbûn ziman.

(bb)

ANHA