Aloziya Bexda-Hewlêrê; ji nakokiyên hundirîn heta rageşiyên DYA-Îranê?

Biryarên dawîn ên hikumeta Iraqê vê pirsê bi bîr dixe; “gelo Bexda dixwaze desthilata xwe li ser dosyayên aborî û ewlehî ferz bike ku ji sala 2005`an ve bi Başûrê Kurdistanê re bûne mijara nakokiyê, yan di pêşbirka serdestiyê ya DYA û Îranê de ji bo vesazkirina hevsengiya hêzan li bergiriyan digere?”

Aloziya Bexda-Hewlêrê; ji nakokiyên hundirîn heta rageşiyên DYA-Îranê?
27 mijdar, 2026   05:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryarên ku hikumeta Iraqê têkildarî rêveberiya petrolê û deriyên sînorî yên li Başûrê Kurdistanê dane, pirsan der barê rewşa heyî de çêdikin; gelo Bexda dixwaze desthilata xwe li ser dosyayên aborî û ewlehî ferz bike ku ji sala 2005`an ve bi Başûr re bûne mijara nakokiyê, an ev di demekê de ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên DYA’yê (DYA) û Îranê de pêşbirka serdestiyê heye, rêkar ji bo vesazkirina hevsengiya hêzan di nava Iraqê de ye? 

ZEXTÊN DYA’YÊ Û DERIYÊN BÛNE BEŞEKE ŞERÊ BI ÎRANÊ RE?

Pirsên ku derdikevin holê girîngiya balkişandina ser tişta ku di 8`ê Mijdarê (2026) Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên der barê daxwaza Wezareta Xezîneya Amerîkî ji Iraqê girtina hemû deriyên sînorî bi Îranê, ji wan 2 daxwaz nehat kirin ku bê kirin, yek jî li Herêma Başûrê Kurdistanê ye, aşkere kiriye derdixe holê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên diyar kir ku pêkanîna daxwazê ji ber hebûna deriyên fermî û nefermî rastî zehmetiyan tê, girtina wan dê bandorê li aboriya Iraqê û tevgera bazirganiyê bike, ji bo vê yekê jî bi Washintonê re dan û standin didomin.

Ev daxwaz di demekê de çêbû ku DYA ji bo ku rê li ber jêderên bazirganî û darayî yên Îran jê sûdê werdigire, zextê dike.

Tevî derketina daxuyaniyên fermî yên girêdayî biryarên Iraqê yên dawîn ên têkildarî girtina deriyên li Herêma Kurdistanê li ser daxwaza DYA’yê, çavdêr dibînin ku têkiliya her du pêvajoyan bi hev ve heye, ji ber têkiliya aborî ya bi Tehranê re Bexdayê rastî zextan tê, hêzên Kurdan jî naxwazin bi Îranê re derbasî nava şer bibin.

Biryarên dawîn û tevgera hikumeta Iraqê ji bo derketina li hember qaçaxçîtiya petrolê derketin, ev yek piştî aşkerakirina encamên lêpirsîna der barê tora girêdayî qaçaxçîtiya petrolê rû da, alî û kesayetên girêdayî Hizbullaha Iraqê hatin tawanbarkirin.

Wan alî û kesayetan ev tewanbarî red kirin, hikumeta federal jî rêkarên ewlehî û îdarî pêk anîn, li herêma Cerf El Sexir a parêzgeha Babilê tev geriya, hinek berpirsyar ji erkê girtin.

Rewşa heyî piştî bidawîkirina hebûna leşkerî ya li Iraqê di Îlonê (2026) de pirsên der barê hebûna Herêma Başûrê Kurdistanê di hevsengiya hêzên herêmî de derdixe holê, têkiliyên siyasî, ewlehî û aborî bi DYA’yê re hene, Herêma Kurdistanê di milekî din de girêdayî têkiliyên bazirganî û erdîngarî yên bi Îran û Tirkiyeyê re ye.

Gelo kêmbûna asta hebûna leşkerî ya DYA’yê li Iraqê derfetê dide Bexdayê ku desthilata xwe li ser dosyayên bi Hewlêrê re ferz bike, yan veguhertinên herêmî dihêlin ku hikumeta Iraqê ji nû de têkiliya xwe ya bi herêmê re li gorî hevsengiya nû ya hêzan ava bike?

Ev geşedan balê dikişîne ser tecrubeya sala 2017`an a dema ku di nav de hevsengiya kontrolkirinê li Kerkûkê û herêmên din piştî refarandumê hat guhertin, pê re jî asta hebûna Kurdan a derveyî sînorê îdarî yê Herêma Başûrê Kurdistanê kêm bû.

Lê rewşa heyî ji qonaxa derbasbûyî cuda ye, heta niha Bexdayê behsa tevgera leşkerî nekiriye, bangên ji bo diyalogê û hewldanên li gorî destûrê hene.

Nakokiyên di milê destûrê de yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dibin xalên bilindbûna asta pirsgirêkan, hikumeta Iraqê bi yekîtiya biryara hikumetê ve girêdayî ye, herêm jî dibîne ku ew li gorî destûrê dikarin biryarên rêveberî, zagonsazî û ewlehî bide.

Di demekê de ku geşedanên siyasî, ewlehî û aborî hene, hejmareke rêyên muhtemel ên têkildarî siberoja aloziyê derdikevin pêş.

Yek ji wan ew e ku dan û standinên di navbera Bexda û Hewlêr de bên destpêkirin, ji bo çareserkirina dosyayên petrolê, deriyên sînorî komîteyên hevbeş werin avakirin. A din ew e ku biryarên dawîn werin pêkanîn, bi vê gavê re wê rêveberiya serbixwe ya herêmê di dosyaya aborî û ewlehî de were paşguhkirin.

Her wiha di dema ku hêzên Kurdan û çekdarên heyî rêkarên hikumeta Iraqê red bikin dê derketina li hember hev a bi awayekî siyasî û qanûnî berfirehtir bibe, dibe ku tevgereke meydanî li hinek herêman derkeve. Li aliyekî din zêdebûna zextên DYA’yê yên ji bo sînordarkirina têkiliyên aborî û ewlehî yên Bexdayê bi Îranê re dê hikumet di mijara parastina hevsengiya di têkiliyên xwe yên li gel Washinton û Tehranê de rastî zehmetiyan were û ev yek dê bandorê li Başûrê Kurdistanê jî bike.

(sb)

ANHA