DEM Partî ji bo bi Rêber Apo  re hevdîtinê bike serlêdan kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku beriya Newrozê ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane.

DEM Partî ji bo bi Rêber Apo  re hevdîtinê bike serlêdan kir
18 adar, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, piştî civîna koma heftane ya partiya xwe ya li meclisê pirsên rojnamevanan bersivand. 

Bakirhan anî ziman ku beriya Newrozê ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.