Zeydî: Artêşa hevpar a Iraqê wê li ser sînor bicih bibe

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku artêşa hevpar a ji hemû pêkhateyan pêk hatiye tenê wê biçin xetên sînor, hikûmeta Iraq ji rewşa taybet a Herêma Başûrê Kurdistanê fêm dike ku bi xebat û têkoşîna gelê Kurd hatiye avakirin.

Zeydî: Artêşa hevpar a Iraqê wê li ser sînor bicih bibe
26 mijdar, 2026   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, Zeydî pêşwazî li Serokê Koma Tevgera Helwêst Rêbwar Kerîm, Seroka Koma Yekgirtû Îslamî Musena Emîn û Seroka Koma Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Ehmed Hacî Reşîd û hinek parlamenteran kir. Di civînê de li ser pêşketin û mijarên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Nivîsîngehê ragihand ku Zeydî diyarkiriye ku hinek kes dixwaze gelê Kurd bixe nava krîzên qaçaxçîtiya neftê ku ku desthilat û pereyê xwe biparêzin û berjewendiyên xwe biparêzin û ji yasayê birevin û got: “Dahata Herêma Kurdistanê diçe berîka hinek kesan û li ser gelê Iraqê nayê parvekirin. Ew dixwazin li ser welatê me ew valatiya sînoran bimîne.''

Di dewamê de bal kişandiye ser van gotinên Zeydî: “Artêşa hevpar a ji hemû pêkhateyên Iraqê pêk hatiye tenê wê biçin xetên sînor, Hikûmeta Iraq ji rewşa taybet a Herêma Kurdistanê fêm dike ku bi xebat û têkoşîna gelê Kurd hatiye avakirin."

Herî dawî hate diyarkirin ku hikûmeta Iraqê wê bê navber di bicihanîna bernameya parastina asayîş û sepandina dewlet û yasayê ya li seranserî Iraqê de bixebite.