Çalakvanên li Tişrînê: Em ê vegera li Efrînê mîsoger bikin

Nobedarên li bendava Tişrînê soza vegera li Efrînê da û destnîşan kir ku ew ê vegera Ii Efrînê mîsoger bikin.

Çalakvanên li Tişrînê: Em ê vegera li Efrînê mîsoger bikin
Çalakvanên li Tişrînê: Em ê vegera li Efrînê mîsoger bikin
Çalakvanên li Tişrînê: Em ê vegera li Efrînê mîsoger bikin
Çalakvanên li Tişrînê: Em ê vegera li Efrînê mîsoger bikin
18 adar, 2025   13:05
TIŞRÎN

Di salvegera dagirkirina Efrînê de (18 Adar 2018) ku piştî berxwedana 58 rojan hatibû dagirkirin, nobedarên li bendava Tişrînê anîn ziman ku dê vegera li Efrînê mîsoger bikin.

Koçbera ji Efrînê û endama Meclisa Jinan a Kantona Efrîn-Şehbayê Wehîde Xelîl têkildarî mijarê axivî.

Wehîde Xelîl got: “Di nava mercên herî zehmet de, li bajarê Efrînê berxwedan çêbû, di nava rejîma Sûriyeyê de rihê berxwedan û neteweperweriyê bi pêş ket. Li wir ewil li hemberî desthilatdariyê têkoşînê dest pê kir. Dûre jî şoreşê piştî ku li Kobanê dest pê kir, li Efrînê domiya û asta ziman, sîstema hevserokatî û rihê komînal dest pê kir.”

Wehîde Xelîl wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi çavsorî êrişî herêmê kir. Di sala 1988`an de Komkujiya Helebceyê, di 2018`an de bi dehan komkujî li Efrînê û niha jî li Kobanê komkujî hîna berdewam in.”

Wehîdeyê anî ziman ku dê vegera li Efrînê mîsoger bibe û wiha lê zêde kir: “Li Efrînê jin, zarok û kalemêr tên qetilkirin. Li Efrînê dizî û revandin pêk tê. Vegera li Efrînê mîsoger e, em ê ji nû ve dar û berên xwe biçînin û berxwedana ku me dest pê kiriye, em ê berdewam bikin. Rast e ku Efrîn ji aliyê demografîk ve hatiye guhertin, lê di mêjiyê me de ew Efrîna rengîn e û em ê vegerinê.”

(ekîb)

ANHA