Sererastkirina embarên Hinêdayê dewam dike

Desteya Çand û Aborî xebatên sererastkirina embarên genim ên Hinêdayê ya li kantona Tebqayê didomîne.

21 hezîran, 2025   07:20
TEBQA

Embarên genim ên Hinêdayê ya li kantona Tebqayê ji 11 embarên herî mezin li Sûriyeyê ye. Avakirina wan di sala 2007’an de dest pê kir û di sala 2009’an de bi dawî bibû. Di sala 2010’an de bi awayekî fermî genim lê hat depokirin. Embarên Hinêdayê ku ji 152 şaneyê pêk tê û 130 hezar ton denim depo dike û heya 7 salan genim diparêze.

Di encama şerê li herêmê de, avahiya rêveberiyê, embar, odeya navendî, avahiya pêşwazîkirin, her wiha beşên sûra wê ya derve hatin rûxandin û talankirin.

Desteya Çandinî û Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê par (2024) xebatên sererastkirina embarên Hinêdayê dabûn destpêkirin ku lêçûna wê milyon dolarek e.

Rêveberê Embarên Kantona Tebqayê Ednan El Sekran der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.

Ednan El Sekran diyar kir ku Rêveberiya Xweser di sala 2024’an de biryara sererastkirina embarên Hinêdayê dabû û îhaleyek pêşkêşî Şîrketa Dirbas Grup a avakirina embaran û aşan kiribû. El Sekran da zanîn ku xebatên sererastkirina embarê dawiya 2024’an dest pê kiribûn.

El Sekran bal kişand ser beşên embarê yên hatibûn rûxandin û got: "Avahiya kontrolê, şaneyên bêjingkirin û barkirinê, avahiya rêveberî, embar, odeyên navendî, sûra derve û derî ku hatibûn rûxandin, hatin sererastkirin û 14 şane, asansorên jêrîn û jorîn hatin avakirin. "

Ednan El Sekran destnîşan kir ku nûjenkirina embarê dê bar û lêçûnên depokirina genim ji bo Rêveberiya Xweser sivik bibe, her wiha ji genimên ku li qadan tên danîn dibe alternatîf.

(bb)

ANHA