Li ser parastina daneyên kesayetî yên di Sham Cashê de metirsî hene

Daxwaza şîrketa Sham Cash a belgekirina hesaban, netemamkirina tomarkirinê bi awayekî elektronîk û bendewariya bi saetan a ji bo qeydkirinê, bûye sedema gazincan û têkildarî daneyên kesayetî û mekanîzmaya parastina wan metirsî hene.

Li ser parastina daneyên kesayetî yên di Sham Cashê de metirsî hene
27 mijdar, 2026   03:27
ŞAM

Li pêş navenda şîrketa Sham Cash a ku li Şamê, piştî ku şênî agahî, wêneyên xwe yên kesayetî û nasnameyên xwe didin, pê re jî ji bo ku bikarin derbas bibin û numareya xwe wergirin, bi sedan şênî radiwestin.

Şîrketê ji bo belgekirina hesabên kesan, malpereke bi navê belgekirina elektronîk a ku bi awayekî online tê bikaranîn derxist, lê piştî ku şênî agahiyên ku tên xwestin di malperê de qeyd dikin, bêyî temamkirina belgekirinê, peyamek tê ku dibêje hesab tê belgekirin, bi mehan şênî di nava bendewariya vê yekê de ne, pirsên der barê hêza malperê ya çareserkirina daxwazên belgekirinê û pêşwazîkirina hejmarên şêniyan de derdikevin holê.

Karmendê bi navê Silêman Hesen da zanîn ku ji ber aliyê ku ev malper girêdayî wê ye, nayê naskirin, agahiyên pêwîst ji bo rewşa malperê ya qanûnî tirsa wî ya ji pêşkêşkirina wêneyê kesayetî yê rû û nasnameya wî, bikaranîna nasnameya wî ji hêla aliyan ve heye, lê ew ji bo rêkarên xwe yên darayî neçar dimîne vê malperê bi kar bîne.

Karmendê bi navê Cemal diyar kir ku ji bo temamkirina belgekirina hesabê xwe zêdetirî 2 saetan li ber navenda şîrketê sekinî ye, cihê ku xebatê lê dimeşîne jê re nameyek şandine tê de dibêjin heke te hesabê xwe belge nekir ew ê nikare mûçeyên xwe wergire.

JI MALPEREK ELEKTRONÎK BÛ CIHÊ SERFKIRINA MÛÇEYAN

Malpera Sham Cash piştî hilweşîna rejîma Baasê di sala 2025`an bikaranîna wê zêde bû, bi taybet piştî arastekirina di 30`ê Kanûna 2024`an de ji hêla Banka Navendî ya Sûriyeyê, di wê demê de saziyên darayî yên li herêmê hesabên xwe vekirin.

Di Gulana 2025`an de Wezareta Darayî Sham Cash kir cihek ji bo serfkirina mûçeyên xebatkarên sektora giştî, ev xebatê şîrketê berfireh kir û hişt ku girêdayî xebatên hikumetê bê bikaranîn, nayê zanîn ku ew a hikumetê ye yan na.

Di malpera Sham Cash de cihê dan û stendina bi pereyan bi awayekî elektronîk hatiye veqetandin, xelk dikarin bi rêya wê pereyan bişîne û derxe, fatureyên xwe jî bide.

Xebatên dayîna pere û mûçeyên karmendan ku berê bi rêya navendên serfkirinê û saziyên hikumetê dihatin dayîn, veguhestin malperê hatine kirin.

Di 8`ê Gulanê (2026) de gerînendeyek girêdayî têkiliyên giştî yê malperê Mihemed Besîkî ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku hejmara şêniyên ku Sham Cash bi kar tînin zêdetirî 4 milyon û 200 hezar kes in, rojane 2 milyon pêvajoyên şandina pereyan pêk tê.

Besîkî destnîşan kir ku malper bi rêya 6 navendên sereke yên li Şamê, Heleb, Laziqiyê, Hums, Idlib û Sermeda xebatê dide meşandin, ji bo wekheviya di agahiyên kesayetî de û pêşxistina ewlehiyê ji bo rastkirina agahiyên der barê şêniyan de rêkar hatin pêkanîn, ew agahî girêdayî daneyên rewşa sivîlan a di Wezareta Karên Hundirîn ve hatiye girêdan.

PIRSÊN KU DERDIKEVIN

Têkildarî xwediyên malperê, gelek pirs derketine holê, di weşanên çapemeniyê de di dema ku malper ji bo serfkirina mûçeyan hat bikaranîn, girêdana malperê bi Banka Şamê ve hat çêkirin, ev bank ji bo şandina pereyan dihat bikaranîn xebatê wê jî li herêmên Idlibê pêk dihatin.

Heta niha der barê milkiyeta şîrketê de tu agahî nehatine girtin.

Bikaranîna Sham Cash ji bo wergirtina mûçeyan metirsî li gel karmend û pisporên girêdayî parastina daneyên kesayetî û darayî ava kir.

Bi awayekî rojane hejmarek ji beşdarvanên vê malperê ji ber siknandina hesabên xwe û nekarîna kişandina pereyan gilî dikin.

Li ser asta rewşa rêxistinî Banka Navendî ya Sûriyeyê di 18`ê Tebaxê bi hejmara 1124’an a sala 2026`an têkildarî sîstema dan û stendina pereyan bi awayekî elektronîk li Sûriyeyê biryarek derxist.

Li gorî biryarnameya ku di 17`ê Mijdarê (2026) de hatiye derxistin, Wezareta Darayî ya Sûriyeyê ji bo serfkirina mûçeyên karmendên 6 bankên giştî bi rêya hesabên wan ê serfkirinê bi awayekî yekser, li şûna Sham Cash erê kir.

Vegera dayîna mûçeyan bi rêya bankên girêdayî saziyan, pirsên der barê mekanîzmaya veguhestin û guhertina rêyên dayîna mûçeyan derxiste holê.

Pisporê aborî Cemîl Fewzî da zanîn ku şaşiya herî mezin a ku Wezareta Darayî kir ew bû ku xebat û mûçe ji mesrefên hikumetê veguhastin malpereke nasnameya wê nediyar, vegera karmendan a girtina mûçeyan ji saziyan nîşaneya vê yekê ye.

Cemîl Fewzî bal kişand ser pereyên ku li beramberî girtina mûçeyan ji hêla malper an aliyên navbeynkar ve tê girtin, daxwaz kir ku divê her sazî awayê xebatên xwe yê darayî yê guncaw hilbijêre û ev xebat bi rêya malperekê pêk neyê.

Li gorî şopandina ajansa me ji şahid û têbîniyên kesên ku malperê bikartînin, şîrketên pereyan bi taybet di dema ku dolar bikartînin û piraniya wan bi rêya Sham Cash dişînin, bi dolar pereyên xwe ji malperê digirin, bi vî awayî barê şêniyan zêdetir dike.

Li gorî daxuyaniya ku şîrketê li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegram daye, bang li kesên ku malperê bi kar tînin kir ku daneyên xwe yên kesayetî careke din li ber çavan bigirin, hişyarî daye ku daneyên ku nehatine temamkirin an ne rast bin, dê hesabên wan bên girtin.

(sb)