ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin

Li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan, Hêzên Parastina Civakî li Dirbêsiyê dewreyên perwerdeyê dane destpêkirin. Armanca dewreyan bilindkirina asta ramyarî û rêxistinî û pêşxistina rihê berpirsyariyê ye.

ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
ji bo pêşxistina çanda xweparastinê civak tê perwerdekirin
21 hezîran, 2025   03:45
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Hêzên Parastina Civakî li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şêniyên bajêr dewreyên perwerdeyê da destpêkirin. Armanca perwerdeyê pêşxistina hişmendiya xweparastinê û xurtkirina rêgezên Neteweya Demokratîk e, ji bo avakirina civakeke rêxistinkirî û hevgirtî ku bikaribe destkeftiyên xwe biparêze.

Di her dewreykê de nêzî 20 kesan beşdar dibe. Di pwerwerdeyê de dersên ramyarî û leşkerî yên li ser mijarên şerê gel ê şoreşgerî, şerê taybet, Jinolocî (zanista jinan) û dersên li ser felsefeya Neteweya Demokratîk tê dayîn.

Hevserokê Hêzên Parastina Civakî li kantona Cizîrê Hemîd Miêş diyar kir ku armanca van perwerdeyan ew e ku hişmendiya civakê ji aliyê ramyarî û rêxistinî ve bilind bikin û nirxên xweparastinê weke stûna bingehîn a ewlehiya civakê biçesipînin.

Miêş her wiha got, "Em li tax, gund û navendan dewreyên perwerdeyê dewam dikin, bi taybet ji bo endamên meclîsên bajaran û saziyan. Armanca me pêşxistina çanda xwedîderketin, berpirsyarî û parastina civakê ye. "

Miêş her wiha da zanîn ku ev hewldan li ser banga aştî û civaka demokratîk a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, tên kirin û got, "Em hewl didin ku bi van dewreyên perwerdeyê vê bangê di pratîkê de xurt bikin. "

Miêş destnîşan kir ku perwerde ne tenê leşkerî ne, lê belê dersên ramyarî jî hene, yên ku hevgirtina civakê zêde dikin ku civak karibe bi xwe parastina xwe bike.

Hemîd Miêş di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê perwerde berdewam bike û tekez kir ku parastina civakê ji hundir ve dest pê dike, bi hişyarî, rêxistinî û çalakiyên hevbeş, ta avakirina civakeke azad, demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike.

(k)

ANHA