Îran: Em piştxistina uranyumê ranawestînin

Îranê tekez kir ku mafê yê piştxistina uranyumê heye, di heman demê de nîşan da ku di çarçoveyeke danûstandinan de tawîzên sînordar bide.

Îran: Em piştxistina uranyumê ranawestînin
20 hezîran, 2025   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokomariya Îranê Macid Ferhanî îro diyar kir ku Îran dest ji çêkirina uranyumê bernade.

Macid Ferhanî ji CNN re piştrast kir ku Îran ji bo mebestên aştiyane pêşxistina uranyumê bernade, lê dibe ku hin tawîzan bide.

Her wiha Ferhanî anî ziman ku Amerîka dikare bi yek bangê fermanê bide Îsraîlê ku dawî li şerê bi Îranê re bîne.

Ferahanî helwesta Îranê dubare kir ku heta êrişên Israîlê berdewam bin danûstandin ne pêkan e.

Berî niha wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Meclisa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî li Cinêvê teqez kirbû ku êrişa Îsraîlê "xiyaneteke li hember dîplomasiyê" ye, û got: "Êrişên Israîl li ser navendên nûklerî yên Îranê "sûceke şer e".

Piştî wê jî wezîrê karên derve yê Îranê li Cenevreyê bi hevpîşeyê xwe yên ewropî re li ser bernameya nûklerî û mûşekî ya Îranê gotûbêj kir.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di roja xwe ya 8’an de berdewam dike, alozî her du diçe gurtir dibe û metirsiyên ku veguhere şerekî giştî zêde dibin.

 (ac)

ANHA