Li Hesekê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş: Welatiyek şehîd bû

Kesên nenas li çerxerêya Salihiyê ya bajarê Hesekê êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di êrişê de welatiyek şehîd bû.

Li Hesekê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş: Welatiyek şehîd bû
Li Hesekê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş: Welatiyek şehîd bû
26 mijdar, 2026   19:57
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ya bajarê Hesekê ragihandiye, kesên nenas ku li erebeyekê bû li çerxerêya Salihiyê ya bajarê Hesekê êrişî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di êrişê de şêniyê bi navê Telal Mihemed ku nêzî cihê dewriyeyê bû, şehîd bû. 

Nûçegihana me diyar kir ku êrişkar piştî êrişê ber bi çerxerêya Xezel ve reviyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn û operasyoneke lêgerînê li taxa Xezel dan destpêkirin.

Duh êvarî jî çeteyên DAIŞ'ê bi motorsîklêteke bombebarkirî êrişî nuqteyeke hêzên ewlekariyê ya li Hesekê kir. Di êrişê de du endaman jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

(bb)