Şêniyên Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê 27'ê Mijdarê pîroz kir

Şêniyên Til Temir, Zirganê û Dirbêsiyê salvegera 48'an a damezirandina PKK'ê pîroz kir.

26 mijdar, 2026   17:53
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê bi boneya  27'ê Mijdarê salvegera 48'an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li xwaringeha El Xeyma ya Til Temirê li dar xist.

Piştî rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa PYD'ê ya Til Temirê Serbest Efrîn axivî û dîroka avabûna PKK'ê, armancên wê, her wiha mercên ku partî tê ava bû vegot.

Efrîn, avabûna PKK'ê wekî xaleke werçerxek di dîroka gelê Kurd û têkoşîna li hemberî siyasetên înkarê de pênase kir.

Her wiha bal kişand ser komkujiyên li dijî Kurdan hatine kirin wekî komkujiyên Dêrsim û Zîlanê, darvekirina Şêx Seîd Pîran û Seyîd Riza û got, bi avabûna PKK'ê re fikrekî nû yê domandina têkoşîna ji bo mîsogerkirina mafan derket.

Serbest Efrîn di dewama axaftina xwe de behsa êrişên li ser herêmê kirin û got: "Êriş hêza me ya têkoşînê zêde kir."

Serbest Efrîn bangq domandina xebatê di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de kir.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Şoreş û Koma Şehîd Deniz Efrîn ên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Til Temirê stran gotin. Beşdaran li ber stranan govend hatin gerandin.

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê jî bi heman armancê şahiyek li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê Kanî Efrîn dîroka PKK'ê vegot. Her wiha behsa hewldanên wê yên ji bo aştî û entegrasyona demokratîk kir.

Di şahiyê de hunermend Hojîn Hêrs û Koma Zîlan stran gotin. Beşdaran li ber stranan xelekên govend gerandin.

(bb)

ANHA

TILTEMIR Û ZIRGAN

DIRBÊSIYÊ