Şerê Îsraîl û Îranê di roja 5’an de dewam dike

Piştî êrişên bi fûzeyan a Îranê li dijî Îsraîlê li Tel Avîvê û Qudsê dengê teqînên mezin hatin bihîstin. Fermandarê giştî yê nû yê Îranê jî hate kuştin. Netanyahu, diyar kir ku ji bo dawî li şer bê anîn, divê Xamaneyî bê kuştin.

Şerê Îsraîl û Îranê di roja 5’an de dewam dike
17 hezîran, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Îsraîlê, ragihand ku piştî tesbîtkirina fûzeyên ji Îranê hatine avêtin, sirenên alarmê roja Sêşemê li deverên cuda yên welêt hatine lêxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêza hewayî ji bo pêşîgirtina li gefan û jiholêrakirina wan tedbîr girtine. Piştî sirenan, li Tel Avîv û Qudsê dengê teqînên dijwar hatine bihîstin.

Di êrişên dawî yên Îsraîlê yên li ser Îranê de, hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê nû, Elî Şadmanî, hatiye kuştin. Şadmanî li şûna Huseyîn Bakirî ê ku di êrişên 13’yê Hezîranê de hatibû kuştin, hatibû wezîfedarkirin.

Şadmanî, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Xamaneyî re dihat nasîn, fermandarê artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê bû û her wiha wekî fermandarê awarte jî kar dikir.

Heta niha gelek berpirsên leşkerî yên pilebilind di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.

Şerê ku bi êrişên Îsraîlê dest pê kirin ket roja xwe ya 5'emîn. Li gorî daxuyaniyên fermî heta niha li Îranê herî kêm 224 kes mirine û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne. Li gorî hejmarên dawî yên fermî yên roja Yekşemê hatin ragihandin, li Îsraîlê jî 24 kes mirin e.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevpeyvînekê de ligel ABC’yê got ku kuştina rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî dê şerê Îsraîl û Îranê gur neke, berovajî dê dawî li pevçûnan bîne.

Serokên G7’ê daxwaza kêmkirina rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de û parastina sivîlan kirin.