Li Kîevê di êrişên Rûsyayê de14 kes hatine kuştin 

Di êrişên Rûsyayê yên şeva Duşemê-Sêşemê de li Kîevê 14 kes hatin kuştin.

Li Kîevê di êrişên Rûsyayê de14 kes hatine kuştin 
17 hezîran, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê leşkerî yê Kîevê Timur Tkachenko der barê êrişên Rûsyayê de agahî li ser Telegramê parve kir û got: " Li gorî agahiyên destpêkê di êrişên hewayî yên  şeva Duşemê-Sêşemê  de herî kêm 14 kes hatine kuştin. Dibe qurbanî hîna di binê kavilan de mabin, loma xebatên lêgerînê dewam dikin."

 Şaredarê Moskovê Sergei Sobyanin vê sibehê ragihand ku hêza parastina hewayî Rûsyayê du dronên Ukraynî yên ber bi paytextê ve hatibûn avêtin, xistine xwarê.

Şaredar ku agahî li ser Telegramê parve kirine da zanîn tîmên rewşên awarte da ku zeraran tesbît bikin li cihên ketina dronan dest bi erkên xwe kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, Rûsyayê di şevekê de zêdetirî 440 balafirên bêmirov û 32 mûşek avêtine Ukraynayê.

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Îgor Klîmenko îro da zanîn ku di êrîşa şeva borî ya Rûsyayê ya  li ser Kîevê de 14 kes hatine kuştin û 44 kes jî birîndar bûne.

(bb)