Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnerên EI`ê re civiya 

Nûnera Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyêy bi nûnerên Rêxistina Perwerdeyê ya Navneteweyî (EI) re hevdîtin kir. Her du aliyan awayên avakirina hevkariyên stratejîk û piştgiriya perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, gotûbêj kir.

Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnerên EI`ê re civiya 
17 hezîran, 2025   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Yekîtiya Mamostayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisrîn Reşko, ji bo pêşxistina têkiliyan û avakirina hevkariyên stratejîk ji bo pêşxistina proseya perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rayedarên Rêxistina Perwerdeyê ya Navneteweyî (EI) re li navenda rêxistinê ya li Bruksel a Belçîkayê civiya.

Ji rêveberên Koma Peywendiyên Navneteweyî ya EI`ê Dominique Marlet, û Kordînatora Herêmî ya EI`ê li Welatên Erebî Delîla Berhemî, beşdarî hevdîtnê bûn.

Her du aliyan der barê mekanîzmayên xurtkirina têkliyan di navbera yekîtî û rêxistinên navneteweyî de gotûbêj kirin. Her wiha bal kişandin ser kêşeyên li pêş mamosteyan û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û giringiya piştevaniya navneteweyî.

Nisrîn Reşko nêrîna Yekîtiya Maosteyan a Barkur û Rojhilatê Sûrieyeyê der barê rewşa rewşa perwerdeyê li Sûriyyê û rêyên pêşxistina wê vegot û ji bo siberojê jî hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Her wiha hevdîtineke berfireh di navbera nûnera Yekîtiyê û Sekreterê Giştî yê EI`ê David Edwards de hate pêkanîn.

 Edwards diyar ku ew wek EI`ê dê ji bo piştgiriya proseya perwerdeyê li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar, weke UNICEF û UNESCO hevdîtinan pêk bînin.

(k)