Serdanên şandeya Bakurê Kurdistanê didomin

Şandeya Bakurê Kurdistanê îro jî serdana PYD’ê, serdana gorên Hunermed Mihemed Şêxo û Cegerxwîn, Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê kirin.

Serdanên şandeya Bakurê Kurdistanê didomin
12 cotmeh, 2026   18:17
QAMIŞLO

Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, îro jî serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), serdana gorên Hunermed Mihemed Şêxo û Cegerxwîn, Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê kirin. 

Şandeyê di hevdîtinên xwe de bal kişand ser têkiliyên partî û rêxistinên Bakurê û Rojavayê Kurdistanê û girîngiya hevkariyê. Dê şande serdanên xwe bidomîne.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

(bî/f)

ANHA